LI SWÎSREYÊ 'FORUMA KURDÎNASIYÊ YA NAVNETEWEYÎ' HATE LIDARXISTIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Kurdolojiyê ji aliyê Akademiya Cûdî ve hat rêxistinkirin. Forum bi beşdariya akademîsyen, zimanzan û lêkolînerên ji gelek welatên cîhanê hate lidarxistin.

Foruma ku bi dirûşma “Di Rewşa Nû ya Dinyayê de, Xebatên Kurdînasiyê: Ziman, Nasname, Siyaset û Pêwendiyên Navneteweyî” roja 10 - 12ê Tîrmehê, bi hevkariya Federasyona Mala Kurdan û Akademiya Cûdî hat rêxistinkirin.

Akademîsyen û pisporên ji Amerîka, Îsraîl, Almanya, Brîtanya, Fransa, Hollanda, Avusturya, Yewnanistan û Norwêcê tevlî forumê bûn. Di nav wan de Prof. Dr. Ofra Bengio, Prof. Dr. Michael Chyet, Prof. Dr.Khanna Omarkhali, Prof. Dr. Yaron Matras, Dr. Janroj Yılmaz Keleş, Dr. Farangis Ghaderi, Dr. Michiel Leezenberg, Doç. Dr. Boris James, Dr. Thomas Schmidinger, Prof. Dr. Katharina Brizić, Dr. Maria Six-Hohenbalken, Dr. Agnes Grond, Katia Zagoritou, Prof. Dr. Salih Akın û nivîskar- derhêner Essmat Sophie amade bûn.

Di rûniştinên akademîk de mijarên wekî rewşa heyî ya Kurdolojiyê li cîhanê, metodolojiyên lêkolînê, bandora geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn li ser Kurdan, standardîzasyona zimanê Kurdî, lêkolînên diyasporayê û hevkariyên akademîk ên navneteweyî hatin gotûbêjkirin. Beşdaran her wiha derbarê pêşxistina projeyên hevbeş û avakirina torên zanistî yên navneteweyî de ramanên xwe parve kirin.

Di forumê de gotûbêjên zanistî hatin kirin û ji aliyekî din ve şahî, govend, çalakiyên çandî hatin kirin.

Ji bilî nîqaşên zanistî, beşdarên forumê bi malbatên xwe re li kampê man, ji bo zarokan bernameyên taybet hatin amadekirin.

Di roja dawî de, li ser pêşeroja Kurdolojiyê, avakirina torên zanistî yên navneteweyî, weşanên hevbeş û projeyên lêkolînê yên nû hate rawestandin.

Forum bi merasîma pêşkêşkirina plaket û axaftinên girtinê bi dawî bû.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ