AMADEKARIYÊN VEGERA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ DEWAM DIKIN

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Amadekariyên vegera koçberên Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Berpirsekî ji KANAL8ê re got, amadekariyên civînan bi aliyên têkildar re tên kirin.

Serokê Nivîsgeha Peywendiyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê de Ciwan îso ji KANAL8ê re ragihand, tîmên pispor rojane rêyên Serêkaniyê ji mayîn û bermahiyên şer paqij dikin da ku rê ji koçberan re vekin.

Li gorî Îso amadekarî hene, civînên wan bi Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û Şandeya Serokatiya Sûriyeyê a Pêkanîna Lihevkirina 29ê Çileyê tên kirin, ku dê di wan civînan de behsa vegera koçberan bikin.

Îso got, Hikûmetê ji wan re gotiye, ew dê erebên hawirde ji Serêkaniyê derxin lê ti demeke diyar ji bo wê yekê nedane.

Bi gotina Ciwan Îso, gelek ji koçberên Serêkaniyê diçin serdana malên xwe dikin û malên gelekan ji wan hatine xerabkirin, Îso destnîşan kir, behsa qerebûkirina koçberên malên wan hatine xerabkirin jî tê kirin.

Li gorî agahiyên ku berê KANAL8’ê bidest xistibûn, erebên hawirde di 45 gundên Serêkaniyê û 5 hezar û 700 malên kurdan ê bajarê Serêkaniyê de ne.

Berê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji Kanal 8’ê re destnîşan kiribû, 14 hezar malbatên koçnerên Serêkaniyê li Hesekê û Qamişloyê dimînin.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ