
Tulay Hatîmogullariyê got, "Werin em qanûna ji bo pêvajoyê vê mehê derxin û bila di Cotmehê de bikeve meriyetê."
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe de axivî û bang li berpirsan kir ku di Tîrmehê de qanûnek çarçoveyî derxin û bila di destpêka rûniştina nû ya qanûndanînê ya di Cotmehê de bikeve meriyetê.
WÊ YASAYÊ DI MEHA TÎRMEHÊ DE DERXIN
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo yasaya pêvajoyê bang li hikûmetê kir û got, “Di meha Tîrmehê de qanûna çarçoveyê derxînin. Gava ku di 1ê Cotmehê de parlamento vebû, em rêziknameyên ku dê vê qanûna bingehîn xurt bikin û rê li ber demokrasî û azadiyan vekin, yek bi yek bixin meriyetê.”
Hatîmogullariyê bal kişand li ser şêwazê cuda fikirandinê û wiha pê de çû: Dibe ku xalên ku em cuda difikirin hebin. Em dikarin van bi muzakere û aqilê hevpar pir baş çareser bikin. Tam li vir, werin em erk û berpirsiyariyên ku welatê me li ser milê saziya siyasetê ya giştî bar kiriye, bi cih bînin. Divê kes ji berpirsiyariya xwe nereve û kes di pozîsyona temaşevaniyê de nemîne.
ÇAR SERNAVÊN BINGEHÎN
Hatîmogullariyê da zanîn li gorî partiya wan çar sernavên bingehîn hene ku nikarin werin paşxistin û ev xal wiha rêz kirin

