ARTÊŞA TIRKIYEYÊ JI EFRÎNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ VEDIKIŞE

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di warê leşkerî de guhertin çêdibin û Artêşa Tirkiyeyê dest bi vekişînê kiriye.

Artêşa Trkiyeyê ya ji sala 2018an ve li Efrînê ye êdî vedikişe, ji gundê Basilê, xala gundê Dêrbelûtê û baregeha rojhilatê Cindirêsê vekişiya, lê heta niha pênc baregehên wê artêşê li Efrînê hene û 4 gund bi temamî desteser kirine û welatiyên wan gundan nikarin vegerin malên xwe.

Piştî zêdeyî 8 salan ji hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê, êdî ew artêş ji Efrînê vedikişe. Tevî ku êşên gelek mezin ji bo xelkê Efrînê li pey xwe hişt lê herî dawî ew artêş ji Efrînê vedikişe.

Vekişîna artêşa Tirkiyeyê:

  • Ji gundê Basilê vekişiya
  • Ji xala gundê Dêrbelûtê vekişiya
  • Baregeha rojhilatê Cindirêsê hate valakirin

Çavkaniyekî ji KANAL8ê re got, arêtşa Tirkiyeyê piştî zêdeyî 8 salan, ji gundê Basilê yê Efrînê vekişiye her wiha çavkaniyekî din ji navçeya Cindirêsê ragihand, artêşa Tirkiyeyê ji xala gundê Dêrbelûtê û baregeha li rojhilatê bajarê Cindirêsê vekişiya ye.

Çavkaniyê diyar kir, bi vê yekê re ti baregehên artêşa Tirkiyeyê li navçeya Cinidirêsê neman.

Baregehên mayî:

  • Du baregeh li gundên Cilbirê û Dewrêş
  • Du baregeh li gundên Çiyê û Şêxorzê
  • Baregehek li gundê Basûfanê

Li gorî agahiyên taybet yên gihiştine KANAL8ê heta niha pênc baregehên mezin ên artêşa Tirkiyeyê li Efrînê mane, du li gundên Cilbirê û Derwêş û du li gundên Çiyê û Şêxorzê û yek ji gundê Basûfanê.

Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî sala 2018an dest bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de girtin û rêxistinên mirovî bi sedan ji binpêkirinên komên girêdayî artêşa Tirkiyeyê tomar kirin, weke revandina kesan, birîna daran û sepandina bacên giran.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ