SAKIK: DIVÊ DANÛSTANDINÊN DERBARÊ AŞTIYÊ ZELAL BIN

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik derbarê pêvajoya çareseriyê li ser malpera xwe ya Xê peyamek belav kir û got, “Divê zelalî hebe da ku kes paşê nikaribe ji berpirsiyariyê bireve.”

Sakik da diyarkirin ku divê di pêvajoyê de zelalî hebe da ku her kes bibîne ka kî bi rastî aştiyê dixwaze û kî siyaseta gêzirandinê bikar tîne û got, “Divê zelalî hebe da ku kes paşê nikaribe ji berpirsiyariyê bireve.”

Sakik di berdewamiya peyama xwe de gavneavêtina hikûmetê rexne kir û wiha pê de çû: Du sal derbas bûn. Gotin ha îro ha sibê. Lê hîn jî çarçoveyek qanûnî ya berbiçav tine. Hewldanek tê kirin ku pirsgirêka herî êşdar a sedsalî ya Tirkiyeyê çareser bibe, lê Parlamento dikeve bêhnvedanê. Ti agahiya raya giştî li ser tiştê ku diqewime tine ye. Ti agahiya bi tendirust a parlamento jî li ser pêvajoyê tineye.

Sirri Sakik di egera serneketina pêvajoyê de hişyarî da û anî zimên: Xwedê neke, eger pêvajo wekî ku ew dixwazin pêş nekeve, ew ê careke din hewl bidin ku tevahiya barê berpirsiyariyê bixin ser milên siyaseta Kurd. Ew ê careke din serî li gotinên “terorê” bidin û hewl bidin ku siyaseta Kurd bikin qurban.

Sakik ji bo metirsî li ser pêvajoyê çênebin girîngiya zelalbûnê dubare anî ziman û got, “Ji ber vê yekê em dibêjin: divê ev pêvajo li ber çavên raya giştî were meşandin, ne li pişt deriyên girtî. Divê her kes bi zelalî bizanibe kî çi diparêze, kî ji bo pêşveçûnê astengiyê dike, kî ji bo aştiyê disekine û kî ji bo nebûna çareseriyê alîgir e.

Rêya aştî û baweriyê di zelalbûnê de ye.”

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ