OLUÇ: YASAYA ÇARÇOVEYÊ DÊ BIBE DESTÛRA PÊVAJOYÊ

Sidar Basut 2 DEMJIMÊR BERÊ

Yasaya Çarçoveyê ya Pêvajoya Aştiyê yan dawiya vê mehê yan jî destpêka meha Tebaxê derdikeve. Lê li gorî agahiyên dawî, guherîna yasaya pêkanînê û rêziknameya dijî têkoşîna terorê dê meha Cotmehê were rojeva parlamentoyê.

Der barê vê mijarê, parlamenterê DEM Partiya Saruhan Oluç agahiyên taybet daye KANAL8 ê.

Saruhan wiha behsa "Yasaya Çarçoveyê" kir: "Ev serastkirina ku em behsa wê dikin yasaya çarçoveyê ye, yanî yasaya bingehîn a Pêvajoyê ye. Bi derbirîna birêz Ocalan ‘Ysaya Kok’ e. Piştî derketina vê yasyayê, dê rê li ber serastkirinên pêwîst ên di yasaya pêkanînê, Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê û qadên bi vî rengî de vebe. Guhertinên yasayî yên din jî, girêdayî vê "Yasaya Çarçoveyê", dikarin gav bi gav werin pêkanîn.

Saruhan amaje bi mijara biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û doza Demirtaş kir û got: "Li aliyê din, ji bo sepandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, pêwîst nake mirov li benda derketina vê yasaya kok bimîne. Heger desthiladar bixwaze, dikare biryarên berdanê yên ku Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ji bo Selahedîn Demirtaş dane bi cih bîne. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di vî alî de çar caran biryar daye."

Di dawiyê de wiha got: "Ji bilî vê, dosyaya Demirtaş zêdetirî salekê ye ku li dadgeha îstînafê li bendê ye. Dema ku ji aliyê yasa û dadê ve were nirxandin, divê dadgeha îstînafê vê biryarê xirab bike. Biryareke wisa dê di heman demê de rê li ber berdanê jî veke."

Sidar Basut

2 DEMJIMÊR BERÊ