KALKAN: PÊVAJO TÊK NAÇE

Elî Zalo 2 DEMJIMÊR BERÊ

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe ya bi Medyaskopê re Pêvajoya li Tirkiyeyê nirxand û ragihand ku Pêvajoya ku niha Abdullah Ocalan bi rê ve dibe; têk naçe û got, "Pêvajo berdewam dike."

Kalkan behsa Pêvajoyê kir û got: "Pêvajoya niha têk naçe; ji ber ku Pêvajoya niha, ji Pêvajoyên berê cûdatir e. Hûn dizanin wê çawa be! Yekem; divê em li mercan binêrin, lê kîjan mercan! Yekem mercên navçeyê, di warê leşkerî de, ya duyem, mercên li Tirkiyeyê û di nav de jî mercên Kurdan."

Pê de çû û behsa pêvajoyên berê jî kir û got: "Rewş ne weke sala 2013an e, Wê demê rewş pir cûda bû. Wê demê û piştî sala 2015an, me pêvajoyeke pir berfireh jiya û pişt re jî pêvajoya sala 2023an hebû. Ji ber ku hem pêvajoya Xezayê û hem jî pêvajoya Bakurê Kurdistanê li ber çavan e. Divê em van rastiyan bibînin. Van rastiyan bi xwe re guhartinek anî. Piştî wê jî heta sala 2025an şerek hebû, wê jî bi xwe re hinek rastî anîne holê."

Di dawiya axaftina xwe, Kalkan got: "Rewş niha ne weke ya berê ye. Di heman demê de, di encam şerê ku me jî kir, em gihane xalekê, vê jî bi xwe re ev pirs anî; 'em ê heya ku derê berdewam bikin?' Ji bo vê yekê jî çareseriyek pêwîst e, ji ber ku her tişt bi şer nayê çareserkirin. Lewma niha dema çareseriya siyasî hatiye. Cîhan jî wiha ye û em rewşa Rojhilata Navîn jî dibînin."

Elî Zalo

2 DEMJIMÊR BERÊ