EBDÎ: GELÊ KURD BI SALAN LI DIJÎ SIYASETA PARTIYA BAESA HILWEŞIYAYÎ TÊKOŞIYA, XWE BI RÊXISTIN KIR Û JI BO SERKEFTINA VÊ ŞOREŞÊ ŞEHÎD DAN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, ji Rojava FM re axivî û salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê; Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr anî û pîroz kir.

Ebdî behsa giringiya şoreşa Rojava kir û wiha got: "Em salvegera 14em a Şoreşa 19ê Tîrmehê li gel xwe pîroz dikin. Ev roj di dîroka Sûriyeyê û hemû pêkhateyn wê de bûyereke giring bû. Şoreşa 19ê Tîrmehê hemû civak, dîn û mezheb himbêz kir. Ew ne bûyereke demkî bû, lê belê encama amadekariyên dirêj û têkoşîneke mezin bû. Gelê Kurd bi salan li dijî polîtîkayên Partiya Baesa hilweşiyayî têkoşiya, xwe birêxistin kir û ji bo serkeftina vê şoreşê şehîd dan."

Fermandarê HSDyê behsa şerê li dijî DAIŞê kir û got: "Piştî serkeftina şoreşê, ji aliyê rejîma Baesê û hêzen girêdayî derve û Tirkiyeyê, ji bilî êrişên berfireh ên ku ji hêla DAIŞê ve hatin destpêkirin, bi taybetî di qonaxên wê yên destpêkê de dema ku gelek welat nikaribûn pê re rû bi rû bimînin, rastî gelek êrişan hat. Lê belê, hêzên ku nûnertiya Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê dikirin, di nav wan de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), bi mêrxasî li hember vê rêxistinê li ber xwe dan û ji cîhanê re hêza xwe ya têkbirina terorê dan çespandin. Berxwedana li dijî DAIŞê, bi taybetî berxwedana dîrokî ya li bajarê Kobaniyê, Şoreşa Rojava di asta herêmî, Kurdistanî û navneteweyî de ber bi qonaxeke nû ve bir."

Ebdî amaje bi tevlibûna parçeyên din ê Kurdistanê û Ewropayê jî kir û got: "Kurdên li seranserê Kurdistanê, Ewropa û cîhanê, tevî dostên enternasyonalîst û demokrat ên gelê Kurd, li dora şoreşê kom bûn û tev li refên wê bûn. Li Kobaniyê, Pêşmerge û Gerîla bi gelên herêmê re di sekna li hember terorê de bûn yek û berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Kobanî bû sembola berxwedana mirovahiyê li dijî terorîzmê û piştî berxwedana qehremanî ya ku Kurdan di sala 2014an de nîşan da, Hevpeymaniya Navneteweyî ket qadê. Her ku Şoreşa 19ê Tîrmehê berfireh bû, mirovên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê tev li refên wê bûn û ev yek bû sedema damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku ji bo parastin û rizgarkirina deverên berfireh ên axa Sûriyeyê ji DAIŞê têkoşîn kir."

Mezlûm Ebdî behsa pêşengtiya Kurdan ji şoreşê re kir û got: "Cara yekem, şoreşek bi pêşengiya Kurdan bû hêzeke pêşeng ji bo hemî civakan, ev jî destkeftiyeke giring a şoreşê ye. Me bi hezaran şehîd û birîndar ji bo parastina herêmên xwe û destkeftiyên şoreşê feda kirin. Xwîna Kurdan bi xwîna civakên cuda yên Sûriyeyê re ji bo parastina mirovahiyê û rûmetê li vê herêmê tevlihev bû. Tevî ku şoreş ji hêla çend aliyan ve hate armancgirtin jî, lê dîsa hewlên avakirin, rêxistinkirin, perwerdekirin û bipêşxistina saziyên civakî, heta di nav şer de jî, berdewam kirin."

Ebdî behsa qonaxa îro jî kir û got: "Îro, em dikevin qonaxeke nû. Saziyên leşkerî û birêveberiyê, di nav de HSD û Rêveberiya Xweser, dibe ku guhertinan bibînin, lê ev şoreş dê bi şêweyên nû berdewam bike. Destkeftiyên Şoreşa 19ê Tîrmehê niha bi Şoreşa Sûriyeyê re dibe yek, ev jî ya hemû gelê Sûriyeyê ye. Îro, em di Sûriyeya nû de dijîn, piştî têkçûna rejîma berê ku nêzîkî 60 salan welêt bi rê ve bir û zirareke mezin da gelê Sûriyeyê û herêmê. Sûriyaya nû encama têkoşîna hemû Sûriyeyiyan e, tevî gelê Kurd û pêkhateyên cûda yên ku di nav refên HSDyê û Rêveberiya Xweser de têkoşîn kirin."

Ebdî di nava axaftina xwe de behsa Peymana 29ê Çileyê jî kir û got: "Li gorî peymanên ku bi hikûmetê re hatine şanenavkirin, gelek guhertin û pergaleke birêveberiyê ya nû dê çêbibin. HSD û Rêveberiya Xweser jî dê tev li Sûriyeya nû bibin. Rihê Şoreşa 19ê Tîrmehê, rihê berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî terorê û têkoşîna ku me daye dê berdewam bike da ku Sûriyeyeke demokratîk û piralî ji bo hemû gelên wê ava bikin. Berpirsiyariya serkeftina vê qonaxê li ser me hemûyan e.

Di dawiya axaftina xwe de, amaje bi jin û ciwanên Kurd kir û got: "Jinên herêmê, bi taybetî jinên Kurd, di Şoreşa 19ê Tîrmehê de roleke pêşeng lîstin û di qonaxa pêş de jî wê vê yekê bidomînin. Ciwanên Kurd, ku di têkoşîna di nav dezgehên leşkerî û sivîl de roleke giring lîstin, wê di avakirina Sûriyeya nû de jî roleke giring bilîzin."

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ