TAYBET - PÊVAJOYA VEGERA ENDAMÊN PKK'YÊ DÊ ÇAWA BE?

Sidar Basut 15 DEMJIMÊR BERÊ

Gotûbêjên li ser amadekirina "qanûnek çarçoveyî" ji bo vegera endamên PKKyê bo Tirkiyeyê zêde bûne û ev pêvajo dê di çend qonaxan de were bicîhanîn.

Qanûna Çarçove û Vegera Endamên PKKyê

Çend roj in nîqaşên li ser qanûna pêvajoya çareseriyê zêde dibin. Berpirsên DEM Partî û AK Partiyê dibêjin ku hewl tê dayîn ku di dawiya vê mehê an destpêka meha bê (Cotmeh) de "qanûnek çarçove" were derxistin. Armanca vê qanûnê ew e ku di çarçoveyek qanûnî de şert û mercên vegera endamên PKKyê bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biafirîne.

Qonaxên vegerê; Ji endamên asayî bigire heta kadroyên payebilind

Li gorî agahiyên KANAL8ê pêvajoya vegerê dê di du qonaxan de pêkwere. Di qonaxa yekem de, qanûn dê rê li ber vegera endamên asayî yên PKKyê veke. Gava duyemîn, vesaziyên ku li ser vegera kadroyên payebilind e, dê di Cotmeha îsal de were destgirtin. Ev qonax, di qanûna dijî-terorê ya Tirkiyeyê û qanûna cezayî de guhertin û sererastkirinên hewce dike da ku tedbîrên yasayî ji bo vegera wan peyda bibin.

Helwestên partiyan û hesasiyeta pêvajoyê

AK Partî û MHP hîn jî ji ber hesasiyeta raya giştî ya li Tirkiyeyê û xizmên leşkerên mirî di derbarê vegera berpirsên payebilind ên PKKyê de dudil in. AK Partî dixwaze pêşnûmeqanûnê bi yekdengî qebûl bike, lê eger ew jî pêk nehat bi hevbeşiya bi MHP û DEM Partiyê re pêşnûmeqanûnê pêşkêşî parlamentoyê bike. Di vê navberê de, şandeya Îmraliyê dê berî serdana Abdullah Ocalan rêze hevdîtinan bi partiyên siyasî re bike.

Xalên Nakokiyê yên di navbera DEM Partî û AK Partiyê de

Tevî nîqaşan, DEM Partî û AK Partî  li ser çend xalên bingehîn hîn jî li hev nakin. DEM Partî û PKK naxwazin endamên PKKyê di yasaya ku derkeve de bên kategorîzekirin. Ew her wiha daxwaz dikin ku şert û mercên jiyan û xebata Abdullah Ocalan werin baştirkirin û pozîsyona wî wekî kesayetiyek sereke were naskirin. Ev daxwaz hîn ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve bi fermî nehatine pejirandin.

Sidar Basut

15 DEMJIMÊR BERÊ