DI DOZA GULÎSTAN DOKUYÊ DE 15 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Dokuyê de 15 kes hatine binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de hevjîna Parêzgarê berê yê Dêrsimê Handan Sonel, jî heye.
Lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê ya ku ji sala 2020an vir ve li Dêrsimê winda ye, berdewam dike.
Li ser fermanên Serdozgerên Giştî yên Erzirom ûDêrsimê, li Elezîz, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê operasyonên hevdem hatin kirin.
Îro serê sibê bi tevahî 15 gumanbarên ku di nav de sê bijîşk, hemşîreyek, pisporek ITyê, pênc karmendên tomarkirina daneyan, Handan Sonel (jina parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel), xwediya şîrketa ITyê ya ku guman tê kirin destwerdana telefona Gulîstan Dokuyê kiriye, karsazek û du cerdewan hatin binçavkirin.
Çi bûbû?
Xwendekara Zanîngehê Gulîstan Doku di 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê winda bû. Ev zêdetirî 6 salan e ku tu agahî ji wê nayê girtin.
Piştî salan, di Nîsana 2026an de ev doz ji nû ve hat kûrkirin û wekî "kuştina qestî" hat qebûlkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, polîsê berê Gokhan Ertok û xebatkarê berê yê Îdareya Taybet a Parêzgeha Dêrsimê Erdogan Elaldi, Celal Altaş, Nurşen Arikan û Ferhat Hanedan Guven hatin girtin.
Hevalê Dokuyê yê kur Zeinal Abakarov, dayîka wî Cemile Yucer, zirbavê wî yê polîsê berê Engin Yucer û Şukru Erogloyê ku wê demê polîsê parastinê yê Tuncay Sonel bû hatin girtin.
7 DEMJIMÊR BERÊ