NY DERBARÊ REWŞÊN EWLEHÎ Û MIROVÎ YÊN SÛRIYEYÊ CIVIYA

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Netewên Yekbûyî destnîşan kir, qeyrana li Siwêdayê dewam dike û her wiha fikarên xwe derbarê tevgerên Îsraîlê de anî ziman.

Di warê mirovî de jî, Netewên Yekbûyî got, hewcedariyên mirovî yên îsal tenê bi qasî yek li ser sê hatine fînansekirin.

Netewên Yekbûyî dibêje, rewşa başûrê Sûriyeyê aloz e, di aliyekî re li parêzgeha Siwêdayê pirsgirêk di navbera hêzên ewlehiyê Şamê û komê durzî de hene û her wiha li Qunêtera û Derayê jî tevgerên berdewam yên artêşa Îsraîlê hene.

Ji piştî bûyerên tîrmeha 2025’an ve rewşa parêzgeha Siwêdayê wiha maye, carnan şerê çekdarî çê dibe û di milê siyasî de jî valahiyeke mezin di navbera herdu aliyan de heye.

Cîgirê Şandiyê Sekreterê NY ji bo Sûriyeyê Claudio Cordone got, “Li Siwêdayê qeyrana siyasî weke berê dewam dike û li ser erdê şer di navbera hêzên ewlehiya giştî û parêzvanên niştîmanî de di hezîranê de hebû lê ew şer berfirehtir nebû. Rewşa ewlehiyê herku diçe aloztir dibe. Her wiha ez derbarê tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bifikar im, derbasî axa Sûriyeyê dibin, topbaran dikin, dronan di ser navçeyan re difirînin û tevgera sivîlan asteng dikin.”

Rewşa mirovî hîna ji rewşa ewlehî xerabtir e, bi milyonan welatiyên Sûriyeyê hewcedarî alîkariyên mirovî û hejmar berdewam zêdetir dibe. 

Berê Tûra Pergalên Lihawahatina Lezgîn a Birçbûnê destnîşan kiribû, tê pêşbînîkirin, di navbera cotmeha sala 2026’an û çileya sala bê de hejmara kesên hewcedarî alîkariyên mirovî li Sûriyeyê bigihe 5 milyon heta 5 milyon û 990 hezar kes.

Rêveberê Beşê Bersivdana Qeyranan ê OCHAyê Edem Wosornu jî wiha pê de çû: Ji bo ew kesên hewl didin vegerin, mijar ne tenê ewlehî ye, mijar peydakirina malan, belgeyên sivîl, rakirina enqazan, xizmetên giştî, elektirîk û ava vexwarinê ye, pîvan ne ew e ku çend kes vegeriyane, pîvan ew ku kesên vedigerin dikarin debara xwe bikin yan na. 

Ji piştî hilweşîna desthilata Esed ve milyon ê 600 hezar penaber û milyon û 900 hezar koçberên navxwe vegeriyane malên xwe.

Rêveberê Beşê Bersivdana Qeyranan ê OCHAyê Edem Wosornu got, “Di nîvê yekem ê îsal de bersivdana hewcedariyên mirovî tenê bi qasî yek li ser sê pêk hatiye fînansekirin, me ji 2 milyar û 110 milyon dolaran tenê 815 milyon dolar wergirtiye. Hewcedariyên girêdayî xwarin, tendirustî û bernameyên parastina jinan û gelek kertên din nayên fînansekirin.”

Netewên Yekbûyî dibêje, 15 milyon û 600 hezar welatiyên Sûriyeyê hewcedarî alîkariyên mirovî. Her wiha li gorî raporên medyayî, kesên vedigerin nikarin debara xwe bikin û hinek ji wan neçar dibin dîsa ji Sûriyeyê derkevin.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ