ENSARÎOGLU: STATUYEKE KIRYARÎ YA OCLAN HEYE

Sidar Basut 3 DEMJIMÊR BERÊ

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu derbarê qanûna çarçoveyê ji KANAL8ê re agahiyên girîng dan û got, “Sînor û hurgiliyên wê dê bi qanûna çarçoveyekê ve nayê diyarkirin.”

Ensarîoglu da zanîn ku pêvajo gav bi gav bi pêş ve diçe û bi vî awayî dê bawerî jî ava bibe û wiha anî zimên: Bi taybetî qanûna çarçove ya ku dê bingeha vê pêvajoyê ava bike, wê zemîna sereke ya kar bafirîne.

Ensarîoglu ji bo gavên ku rêxistin biavêjin jî wiha anî zimên: Ji niha û pê de gavên ku divê rêxistin bavêje dê hebin. Ev gav dê werin şopandin, nirxandin û pêvajo dê bi vî rengî bimeşe. Yanî em behsa rewşeke wisa nakin ku bi yek qanûnê hemû pirsgirêk çareser bibin.

Parlamenterê AK Partiyê li ser naveroka çarçoveya qanûnê çend nirxandinên girîn kirin û got, “Qanûna çarçove bêtir dê rewşa hêzên çekdar bigire nav xwe. Kadroya rêveberiyê dikare wekî sernaveke cuda were girtin dest. Piştî ku hat tespîtkirin rêxistinê çek danîne, di qonaxa duyemîn de ev mijar dikarin werin rojevê.”

Ensarîoglu wiha berdewamî da axaftina xwe: Rewşa yên li girtîgehan dê çi bibe? Ji bo yên li Kampa Mexmûrê dê çawa çareseriyek were hilberandin? Yên li Ewropayê dê çi bibin? Ligel van hemûyan, rewşa kadroya rêveberiyê jî divê bi rengekî were dest girtin.

Bi dîtina min, meseleya statuyê hinekî mijareke hurgiliyê ye. Gelo çi tê xwestin, ma dewlet kadroyekê ji bo Ocalan veqetîne? Di encamê de, wekî roja îro, statuyekî  kiryarî ya Ocalan heye. Gelo niha ew muzeerevanê sereke yan biryarder e? Di encamê de, ew aktorekî wisa ye ku di serê mekanîzmaya biryargirtinê ya rêxistinê de ye û piştgiriyê dide pêvajoyê. Rola wî ya li vir jixwe diyar e; ew kiryarî di nav vê pêvajoyê de cih digire.

Sidar Basut

3 DEMJIMÊR BERÊ