DI DOZA GULÎSTAN DOKU’YÊ DE DU KESIN DIN JÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulîstan Dokuyê de operasyoneke nû hat lidarxistin û du gumanbarên din jî hatin binçavkirin.
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê ve tê meşandin.
Piştî lêkolîna materyalên dîjîtal ên Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, li Enqerê du kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de, ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve tê birêvebirin, operasyoneke nû hate destpêkirin.
Li gorî agahiyan, piştî lêkolîna materyalên dîjîtal ên girêdayê parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, li Enqerê operasyoneke hevdem li dijî du gumanbaran hat kirin.
Di çarçoveya operasyonê de du kes hatin binçavkirin û hate hînbûn ku lêpirsîn di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de tê meşandin.
Xwendekara Zanîngehê Gulîstan Doku di 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê winda bû. Ev zêdetirî 6 salan e ku tu agahî ji wê nayê girtin.
1 DEMJIMÊR BERÊ