OCALAN: BI RÊYA PÊVAJOYÊ; EM DIXWAZIN STRATEJIYA SED SALÎ BI PÊŞ BIXIN
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê hevdîtina xwe ya dawîn bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got ku Ocalan diyar kiriye ku stratejiya ew dixwaze li pêş bixe, stratejiya sed salî ye.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faik Ozgur Erol pêk dihat, di 20ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya.
Di hevdîtinê de Ocalan li ser "Yasaya Çarçoveyê" nirxandin û peşniyazên xwe kiribû.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê hevdîtina xwe ya dawîn bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ji JinNewsê re axivî bû.
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo bipêşxistina Pêvajoyê berpirsyariyeke mezin girtiye ser xwe û ji bo pêşketina wê gavên dîrokî avêtiye.
Dogan pê de çû û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje; ‘Stratejiya em bi "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş dixin, ne stratejiyeke demkî ye, lê stratejiya sed salî ye’. Birêz Ocalan vê weke derfetekê dibîne û dibêje divê ev derfet baş bê nirxandin. Birêz Ocalan ji bo xwedîderketina li Pêvajoyê banga li hemû kesan dike. Bixwe jî biryardariya xwe ya ji bo Pêvajoyê ji Şandeyê re ragihandiye. Birêz Ocalan dixwaze kêmasiyên lihevkirina Kurd û Tirk temam bike û sed salên windabûyî bi paş ve bi dest bixe.”
Ayşegul Dogan li ser "Yasaya Çarçoveyê" jî axivî û diyar kir ku divê pêşnûme bi hizireke hevpar ji Komisyona Dad û Desteya Giştî ya Encûmenê re bê şandin û ev yek anî zimên: “Ev yek wê hem Pêvajoyê li pêş bixe û hem jî metirsiyan kêm dike. Ji bo wê jî em li bendê ne li ser pêşnûmeyê lihevkirinek pêk were. Em jî dizanin tenê bi çêkirina yasayekê pirsgirêka sed salî ya Kurdan çareser nabe. Em ji destpêkê ve dibêjin; piştî Yasaya Çarçoveyî divê di yasayan de jî sereratkirin bê kirin. Divê di yasaya cihbicihkirinê de, Yasaya Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) û Yasaya Sizayê ya Tirk (TCK) de guhertin were kirin. Pêvajo bi pêwîstiya jiholêrakirina van yasayan dest pê kiriye.”
1 DEMJIMÊR BERÊ