ZELENSKYY: EM Ê KARGEHEKE DRONAN LI AMERÎKAYÊ AVA BIKIN
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got ku hevkariya di navbera Kîev û Washingtonê de li ser dronan dê avakirina kargehekê li Amerîkayê ji bo hilberandina van dronan û bi bikaranîna teknolojiya pêşketî ya Ukraynayê di nav xwe de bigire.
Di hevpeyvînekê de roja Înê bi bloggera rastgir a Amerîkayî Laura Loomer re, Zelenskyy got ku Ukrayna dixwaze bi lez û bez peymana pêşîn a dronan a ku bi Washingtonê re hatiye çêkirin bi cih bîne.
Zelenskyy destnîşan kir ku teknolojiya dronan bi berdewamî bi pêş dikeve, dronên Ukraynayê niha dikarin ji 3,000 kîlometreyan zêdetir bifirin û tê payîn ku bigihin dûrahiyên hîn dûrtir.
Zelenskyy di hevpeyvînê de, ku li ser platforma X hate weşandin, got, "Teknolojiya giring e. Ev tişta me ya heye. Amerîka jî xwedî teknolojiyeke mezin e. Peymana me ya dronan ji bo her du aliyan, rewşeke serketî ye."
Amaje bi avakirina kargeha dronan kir û got: "Em ê li Amerîkayê kargeheke mezin ava bikin. Em dixwazin xetên me yên hilberînê hebin."
Li Washingtonê, çavkaniyek ku ji mijarê agahdar e got ku hûrgiliyên peymanê hîn jî têne temamkirin berî hevdîtinên Zelenskyy bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, ku rayedarekî Koşka Spî got ku dê roja Sêşemê pêk werin.
Roja Înê, Kremlinê got ku Rûsya bawer dike ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di hewildanên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê de dilsoz e û ew ê li benda Washingtonê be ku pêşniyazên nû pêşkêş bike, tevî ku Amerîka berdewam çekan dide Kîevê.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov zelal kir ku Rûsya dê ji bo bidestxistina armancên xwe bi rêbazên leşkerî şer bidomîne.
Di bersiva pirsekê de ku nûçegîhaneke televîzyona dewletê pirsî ku ka Moskow amade ye ku ji ber têkçûna hewildanên berê, dirêjtir li benda ramanên nû yên Amerîkayî bimîne, Peskov wiha bersiv da: "Erê, (şer) ne rêya bijarte ye, lê dema perspektîfên aştiyê nemînin, em ê heta dawiyê, heta serkeftina tevahî, şer bidomînin. Tevî vê yekê jî, em ê li benda pêşniyazên nû yê Amerîkê bin."
2 DEMJIMÊR BERÊ