ANTONIO GUTERRES Û NY, PIŞTÎ 17 SALAN LI SÛRIYEYÊ NE

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Wezîrê Derve Esed Şeybanî roja Şemiyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û şandeyek ji rayedarên pê re kir, ku piştî 17 salan; ev serdana yekem a fermî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyeyê ye.

Li gorî çavdêran, ev serdan gaveke giring a siyasî û dîplomatîk e, ku dînamîkên rewşa heyî ya Sûriyeyê nîşan dide û bala navneteweyî ji qonaxa nû ya ku Sûriyeyê pê re rû bi rû ye, piştrast dike.

Bernameya serdanê dê wiha be; serdan bi rêzegotarên fermî dest pê dike, paşê serdanên meydanî û çalakiyên mirovî, aborî û çandî dihewîne, di nav de gerên li Şama kevn û serdanên zindana Sidnaya, hevdîtin bi qurbanî û rihabûyên êrişên kîmyewî li Dûmayê û nîqaş bi Yekîneya Lêpirsîna Neteweyî re li ser bûyerên Siwêyda û Beravê, her wiha serdana Qunêtirayê û axaftin bi çalakvanên aborî û Serokê Encûmena Gelê Sûriyeyê re.

Li gorî raporê, Şeybanî û Guterres li Şamê civînên rojnamevanî yên hevbeş li dar dixin, behsa rewşa siyasî û mirovî li Sûriyeyê tên kir, her wiha armancên ji bo paşerojê, bipêşxistina aramiyê, serweriya yasayê û rêzgirtina li mafên mirovan.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ