4 KESÊN DIN DI DOZA GULÎSTAN DOKUYÊ DE HATIN GIRTIN

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Di doza Gulîstan Dokuyê de hevjîna parêzgarê berê yê Dêrsimê jî tê de 4 kesên din hatin girtin.

Doza Gulîstan Dokuyê piştî şeş salan ji nû ve hat vekirin û tê de girtinên nû jî çêdibin.

Gulîstan Doku xwendekara Zanîngehê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê bû. Di sala 2020an ve malbata wê agahî jê negirt û doz hat vekirin.

Di doza Gulîstan Dokuyê de parêzgarê Dêrsimê yê berê Tuncel Soyel jî di nav de hejmarek karmendên hikûmetê û polîs hene.

Kurê parêzgar bi "tecawizî" û "kuştina bi zanebûn" û parêzgar jî bi "veşartina delîlên sûc" hate tawanbarkirin.

Di heman dozê de, dadwer ji bo çar kesên din, di nav wan de Handan Soyel, jina parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û Mehmet Aga, bi tohmeta "tunekirina delîlên sûc" fermana girtinê da.

Gulistan Doku, xwendekara sala duyemîn a Zanîngeha Munzurê li Dêrsimê, di 5ê Kanûna Pêşîn a 2020an de piştî ku ji wargeha xwe derket winda bû.

Malbata wê di roja windabûna Gulistanê de çûn Dêrsimê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin. Piştre lêgerîna Gulistanê dest pê kir. Lê ti encam bi dest nexist.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ