LI ÇÎNÊ PÊŞANGEHA ROBOTAN BIRÊVE ÇÛ
Li Çînê bi beşdariya 300 cur robotên berhemên bi dehan kompanyayan pêşangeha robotan a sala 2026an birêve çû.
Di pêşangehê de kompaniya gelek robotên balkêş nîşan dan yên ku dikarin di warê werzîş, pîşesazî û jiyana rojane ya mirovan de beşdar bikin nîşan dan.
Robotên dilîzin her tim di nav gel de bi nav û deng in. Di pêşengaha pêşesaziya teknolojiye WAICê ya îsal de bal zêdetir li ser amûrên ku ji bo lîstokan û çareserkirina erkên rojane tên bikaranînin kişandin.
Zêdetirî 300 robotên ku bi şêweyê mirovan ji aliyê kompaniyên Çînê vê hatine çêkirin û di warê pêşxistina hişên çêkirî de tên rêvebirin nîşan dan.
Herwiha kompaniya JAKA kargo, di warê berhemanîna robatan ên ku dikarin di werê pîşesazî û veguhastinê kar bikin aniye pêşangehê.
Li gor agahiyan her ku diçê, hişê çêkirî, di sektora pîşesaziya hilberînê û di werê biriyardanên ser bixwe de pêş dikeve .
Di pêşbaziya topên pê ya robotan a sala 2026an de, robotekî xwe yê nû yê cora Booster T2 dide nîşandan.
Karên herî balkêş ên robatan:
Ew niha dikarin karên nav malê yên weke komkirina cilan, komkirina cante da ku zarok biçine dibistanê û heta dikarin cilan jî bişon. Her ku diçe, ew zêdetir rewşa nav malê fêm dikin. Heta mirova dikarin, şiyanê xwe li ser mêza tenîsê bermaber robot bicerbînin .
Li gorî daxuyaniya nûnerê kompaniyayê, ew lîstika yekêm a robotan nîşan didin, robot dikarin yasayê fîziyayê fêm bikin û li gorî wê tevbigerin.
Kompaniya robotîkê X-Era AI ya ku navenda wê li Guanjûye ye, robotên ku dikarin karên ku hewceyê jêhatîbûna motorê ya nazik in pêk bînin, pêşxistine.
Ew dikarin tayê pêlava girêbidin, qutîyan kombikin, lê dibe karan zêde jî baş nebe ,lê ew dikarin wî karî bikin.
2 DEMJIMÊR BERÊ