BEQAYÎ: TENGAVA HURMUZÊ GIRTÎ YE

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Wezareta Derve ya Îranê encamên danûstandinan bi şandeke Omanî re eşkere kir û got ku tevî pêşketina danûstandinan, di rewşa trafîka keştiyan de li herêmê ti guhertin çênebûye.

Îran û Omanê roja Înê û Şemiyê li Tehranê çend gerên danûstandinan di asta cihgirên Wezîrên Derve de li dar xistin. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got ku civîn avaker bûn û li ser mekanîzmayeke hevbeş ji bo birêvebirina Tengava Hirmuzê nêrînên xwe bi par ve kirine.

Gotûbêj li ser mafên milkê welatên beravê û çawaniya birêxistina tevgera keştiyên bazarganî li Tengava Hurmuzê bûn. Beqayî got ku danûstandin kêrhatî bûn û danûstandinên teknîkî û siyasî yên di navbera her du welatan de dê di paşerojê de ji bo heman armancê berdewam bikin.

Tevî pêşketina dîplomatîk, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir ku li ser erdê li Tengava Hurmuzê ti guhertin çênebûye. Beqayî got ku tengav girtî maye û şandeya Omanî piştî danûstandinan êvara Şemiyê ji Tehranê ber bi Mesqetê ve çû.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ