VÊ HEFTIYÊ YASAYA ÇARÇOVEYÊ DI ROJEVA PARLEMENTOYA TIRKIYEYÊ DE YE
Bi destpêkirina hefteya nû re, tê pêşbînîkirin ku Yasaya Çarçoveyê pêşkeşî parlementoya Tirkiyeyê bê kirin û her wiha li ser pêşnûmeyasaya lêbihurîna xwendekaran jî gotûbêj were kirin.
Îro li Tirkiyeyê dawiya heftiyê ye, wata sibe roja Dûuemê dê hefteyeke nû dest pê bike û di rojeva parlementoya Tirkiyeyê de du mijarên sereke hene.
Piştî ku dema xebata parlementoya Tirkiyeyê heya dawiya vê mehê hat dirêjkirin, wiha tê pêşbînîkirin ku bi destpêkirina hefteya nû pêşnûmeya Yasaya Çarçoveyê ya Pêvajoya Aştiyê pêşkeşî parlementoyê bê kirin.
Li gor agahiyên Nûçegihîna KANAL8ê Sîdar Basut li Enqereyê, tê pêşbînîkirin nûnerên partiyên siyasê yên ku di Komisyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê de cih girtine bi serokê parlamantoyê Numan Kurtulmuş re bicivin, ji bo ku sererastkirinên dawiyê di pêşnûmeya Yasayê de bikin.
Yasaya Çarçoveyê piştî ku ji bo parlementoyê were pêşkeşkirin, destpêkê dê li Komisyona Dadê were gotûbêjkirin, pişt re ji bo pejirandinê dê pêşkeşî civata giştî were kirin.
Mijareke din a parlementoya Tirkiyeyê di vê hefteyê de heye, ew jî lêborîna xwendekaran e, bi armanca vegera wan xwendekarên zanîngehan ji bo xwendina xwe, ku bi sedemên cuda ji zanîngehan hatine dûrxistin.
58 XULEK BERÊ