BAKIRHAN: DIVÊ DI YASAYÊ DE KATEGORÎ NEBE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê dê vê hefteyê were parlamentoyê.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di kongreya partiya xwe ya li Mersînê de gotarek pêşkêş kir û got ku qanûna çarçove, ku bingeha yasayî ya pêvajoya çareseriyê ye, dê vê hefteyê were parlementoyê.

Tuncer Bakirhan got ku divê di qanûnê de kategorîkirin nebe û di navbera endamên PKKyê yên ku çekan datînin de li gorî pile û berpirsiyariyê û gelo beşdarî çalakiyên leşkerî bûne an na, cudahî neke.

TuncerBakirhan di berdewamiya gotara xwe de wiha pê de çû: Ger astengî tine bin, qanûna çarçoveyê dê di demek nêzîk de bigihîje parlementoyê. Bi egereke mezin vê hefteyê. Divê ev qanûn neyê kêmkirin. Ev qanûn dê rê li ber bidawîbûna 50 sal êş, xwîn, pevçûn û tundûtûjiyê veke.

Bakirhan diyar kir ku divê yasaya ku tê parlementoyê cudahî neke û got, “Divê yasa deriyê her kesê ku bi hemû dil û hişê xwe baweriya xwe bi aştiyê tîne û dixwaze ber bi aştiyê ve biçe negire.”

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ