KABÎNEYA TIRKIYEYÊ ÎRO DICIVE; YASAYA ÇARÇOVEYÊ ROJEV E

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Kabîneya Serokomariyê piştî navbereke nêzîkî du hefteyan, îro di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de dicive.

Kabîne îro li Beştepeyê di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de dicive.

Qanûna çarçoveyê ya ku tê payîn di rojeva Parlamentoyê de be, dê yek ji mijarên girîng ên di rojeva Kabîneyê de be.

Rapora herî dawî ya meydanî ya ji Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û Artêşa Tirkiyeyê dê di civîna Kabîneyê de bi berfirehî werin nîqaşkirin.

Pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û çarçove yasaya ji bo pêvajoyê mijara sereke ya civînê ye.

Her wiha hat ragihandin aborî û şerê Amerîka û Îranê jî dê di rojevê de bin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ