TEMEL: EGER QANÛN DI TEBAXÊ DE DERKEVE DIVÊ DI ÎLONÊ DE BIKEVE MERIYETÊ

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ragihand, eger qanûn di meha Tebaxê de ji parlementoyê derbikeve divê di Îlonê de jî bikeve meriyetê.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel di hevpeyvînek de ji bo Ajansa Welat ragihand, tê payîn ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê vê hefteyê ji aliyê AK Partiyê ve radestî Serokatiya Parlementoyê be kirin û got, piştî pêşnûme bê radest kirin, an roja Sêşemî an jî roja Çarşemê dê ji Komîsyona Edaletê re be şandin.

Her wiha got, ew li bendê ne ku roja Înê qanûna çarçoveyê di Civata Giştî parlementoyê de weke qanûn bê qebûlkirin û piştre ji aliyê Serokomar ve bê erêkirin û di rojnameya fermî de bê ragihandin û dazanîn, ku dîroka têketina meriyetê ya qanûnê dê ji aliyê Serokkomar ve bê diyarkirin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku, heta niha peşnûmeyeke bi niviskî ji wan re nehatiye parvekirin û got, ew dixwazin pêşnûmeya qanûna çarçoveyî beriya hinek cihan re biçe, bi muxataban re were parvekirin. 

Temel di derbarê statûya Ocalan jî got, eger şert û mercên Ocalan neyên sererastkirin, zahmet e ku pêvajo bimeşe.

Di derbarê mijara kategorî kirinê jî diyar kir ku, armanca qanûnê vegera tevahiya endamên tevgerê ye, lê ji bo vê divê takvîmek hebe û pêvajo qonax bo qonax pêş bikeve.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ