PÊNGAVA PAQIJKIRINA MAYÎNAN LI GUNDEWARÊ TIL TEMIRÊ DIDOME
Pêngava paqijkirina mayînan di navbera gundewarên Til Temir û Serêkaniyê de berdewam dike.
Tîmên taybet ên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), rêxistinên navnetewyî û tîmên Ewlekariya Hundirîn karê rakirina mayînan bi hevbeşî dikin.
Çavkaniyên ji nav tîmên rakirina mayînan ku ji KANAL8ê re rave kirine, niha tîm li nêzî gundê Esediyê heta barehega artêşa Tirkiyeyê ya li navçeyê karê paqijkirina mayînan ji nava gund û zeviyan berdewam dike.
Çavkaniyê da zanîn ku tîmên wan dê siba dest bi xeta Zirgan- Serêkaniyê bike û Tîmên hevbeş dê ji bo paqijkirina zeviyên çandiniyê û derdora gundan li wê xetê belav bibin.
Medyaya parêzgeha Hesekê ragihand ku tîmên bi hevbeşî li gel Wezareta Parastinê, ji rojhilatê Serêkaniyê ber bi Til Temirê ve dest bi pêngava paqijkirina mayînan kirine.
Hat destnîşan kirin ku armanca sereke ewlekirina herêmê û vekirina rêyên ber bi Serêkaniyê ve ye da ku sivîl bi aramî vegerin nav cih û warê xwe û li nav zeviyên xwe çandiniyê bikin.
2 DEMJIMÊR BERÊ