HATÎMOGULLARI: DIVÊ PÊVAJO NEYÊ DIRÊJKIRIN

Sema Reşid 2 DEMJIMÊR BERÊ

Tulay Hatîmogullariyê derbarê qanûna çarçoveyî got, “Divê lihevkirina ku di serdana dawî ya şandeya me ya Îmraliyê de pêk hatibe, wekî ku heye, di qanûnê de were nîşandan."

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê pêşketinên heyî nirxandin kir.

"Serdema Suleyman Soylu were lêkolînkirin"

Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand li ser geşedanên doza Gulîstan Dokuyê û destnîşan kir, tiştên pêk ahtine ne tiştên asayî ne û wiha pê de çû: Îro, girtina hevjîn û kurê parêzgarê berê yê Dêrsimê yê wê demê, Tuncay Sonel û her weha polîs û karmendên giştî, di çarçoveya lêpirsînê de ne pêşveçûnek asayî ye. Lêpirsîn rewşên giran ên wekî kuştina bi zanebûn, êrîşa cinsî, tinekirina delîlan û alîkarî û teşwîqkirina sûcdar vedihewîne. Ev wêne di heman demê de kurteyek serdema Suleyman Soylu ye. Divê ev serdem bi berfirehî were lêkolîn kirin.

Dîroka pêşkêşkirina qanûna çarçoveyê ji bo parlamentoyê

Tulay Hatîmogullariyê derbarê qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn di çarçoveya vê pêvajoyê de were derxistin de axivî û diyar kir ku pêvajo nêzîkî du salan berdewam kiriye û got, “Şandeya me du meh temam nekarî bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Di 20ê Tîrmehê de, şandeya partiya me çû Îmraliyê. Di 21ê Tîrmehê de, Birêz Numan Kurtulmuş di koma me de serdana me kir û serdana partiyên din jî kir. Numan Kurtulmuş agahî bi me re parve kir ku pêşnûmeya qanûnê berî bêhnvedana parlamentoyê dê were Parlamentoyê. Em niha di qonaxên dawî yên qanûna çarçoveyî de ne.”

Hatîmogullariyê da zanîn ev pêvajo li Îmraliyê ji aliyê Ocalan ve tê birêvebirin û got, “Divê qanûna çarçove bêyî ku vê yekê paşguh bike formuleke hevbeş a lihevkirî di nav xwe de bigire.”

"Divê herkes bikaribe biçe Îmraliyê"

Ev qanûn divê derfetan ji bo Birêz Ocalan veke da ku vê pêvajoyê ber bi pêş ve bibe. Bi gotineke din, divê şert û mercên ku ew bi azadî bijî û bixebite bi lez û bez werin bicîhanîn. Bêyî ku dem winda bibe, ji vê hefteyê pê ve, ji îro pê ve, rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, rêxistinên jinan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, beşên cûda yên civakê, divê her kes bikaribe biçe Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.

"Divê lihevkirin wekî xwe di yasayê de cih bigire"

Divê lihevkirina ku di serdana dawî ya şandeya me ya Îmraliyê de hatiye kirin, wekî ku heye, di qanûnê de cih bigire. Ez careke din vê yekê tekez dikim. Divê her tiştê ku hatiye nîqaşkirin û li ser hatiye lihevkirin di vê qanûnê de cih bigire. Divê çarçove û naveroka qanûna çarçove bi rêya lihevkirinê were derxistin da ku di pratîkê de wateya wê hebe û tenê li ser kaxezê nemîne. Divê tiştek bi lez neyê kirin. Divê ev pêvajo bi surprîzên nû neyê dirêjkirin.

Sema Reşid

2 DEMJIMÊR BERÊ