LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ PIRSGIRÊKA PEVGUHERTINA PEREYAN HEYE

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li Rojavayê Kurdistanê mijara guhertina diravan bûye pirsgirêkeke mezin. Xelkê Rojava ji ber nebûna navendên guhertinê yan beşên banka navendî nikarin perên xwe biguherin.

Yekîtiya Diravguhêran a Hesekê ji KANAL8’ê re got, dema hatiye diyarkirin kêm e.

Diravên nû yên Banka Navendî ya Sûriyeyê di 25 mijara sala bihurî de derxistin li bajarên Rojavayê Kurdistanê di asteke mezin de kêm in. 

Ev pirsgirêk e lê pirsgirêka mezin ew e ku Banka Navendî 30’yê vê mehê ji bo dawîkirina guhertina diravên kevin bi yên nû diyar kiriye.

Ne li Hesekê, ne li Qamişlo, ne li Dêrikê û ne li Kobanê navendên guhertinê yan beşên Banka Navendî hene ku pere bên guhertin, wate welatî neçarin biçin Şamê yan Helebê da ku pereyan biguherin.

Kesekî ku bi milyonan pereyên wî hebin dikare biçe Şamê ya Helebê, lê kesekî ku bixwaze 500 hezaran yan milyonek lîre biguhere dê çawa biçe eger kirêya rêya çûne dê nîvê pereyên wî bibe?

Serokê Yekîtiya Diravguhêran a Hesekê Welîd Mihemed Elî ji KANAL8ê re got, ti bankên guhertina pereyan li parêzgeha Hesekê tune ne û dema hatiye diyarkirin kêm e.

Elî xwest ku dema pereguhertinê were dirêjkirin heta ku çareseriyek li parêzgeha Hesekê tê dîtin.

Nûçegihana Kanal 8’ê ji Hesekê ragihand, beşê Banka Navendî li Hesekê heye lê heta niha ne amade ye û nayê pêşbînîkirin heta 30’yê mehê were vekirin.

Li Kobanê jî heman pirsgirêk heye lê ya diyar dibe, çareseriyek ji pirsgirêkê re hatiye dîtin.

Li Kobanê:

  • Pereyên nû di asteke mezin de kêm in
  • Dê Hikûmeta Veguhêz 3 milyar lîreyan bişîne Kobaniyê

Li gorî agahiyên KANAL8ê bidest xistine, pereyên nû li Kobanê jî asteke mezin de kêm in, lê dengekî rêveberê navçeya Kobanê Mihemed Mihemed gihişt KANAL8ê ku tê de dibêje dê hikûmet 3 milyar lîreyan bişîne Kobanê.

Banka Navendî piştî derxitina perryên nû cara yekem 90 roj ji bo guhertina pereyên berê bi yên nû ragihandibû û piştre çend caran dem hatibû dirêjkirin. Lê ji ber nebûna navendên guhertinê li bajarên Rojavayê Kurdistanê welatî tûşî pirsgirêkan bûne.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ