ARTÊŞA TIRKIYEYÊ ALA XWE LI SER ÇIYAYÊ GIR XÊZ KIRIYE
KANAL8ê tevgerên artêşa Tirkiyeyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê şopand. Artêşa Tirkiyeyê ala xwe danîne ser çiyayê Gir ê Efrînê.

Çavkaniyekî ji Efrînê tevgerên artêşa Tirkiyeyê li Efrînê şopand û di wêneyên ku wî şandin de diyar bû alên Tirkiyeyê li navçeya Bilbilê ya Efrînê hene.

Her wiha çavkaniyê wêneyê panzerên Tirkiyeyê yên li Efrînê digerin şopand û wêne ji KANAL8’ê re şand.

Di wêneyekê de diyar bû ku artêşa Tirkiyeyê ala xwe li ser tabloyeke kevirî li ser çiyayê Gir xêz kiriye û her wiha diyar kir xalên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê li derdora wî çiyayê belav dibin.

Herî dawî artêşa Tirkiyeyê baregehên xwe yên leşkerî li Efrînê vala dike, baregehên li gundên Basilê û Çiyê vala kirin, lê heta niha baregehên wan li gundên Şêxorzê, Derwêş, Cilbirê û Basûfanê hene.

1 DEMJIMÊR BERÊ