JI BO VEGERA ENDAMÊN PKK'YÊ MEKANÎZMA TÊ AVAKIRIN
Di Pêvajoya Çareseriyê de di amadekirina çarçoveya qanûnî de gavên krîtîk têne avêtin. Ji bo vegera endamên PKKyê mekanîzmayek tê avakirin.
Îro kabineya Tirkiyeyê dê bi serokayetiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan erdoğan de bicive û di civînê de sernavên reşnivîsa qanûnê dê bên nirxandin.
Li gorî malpera A Haberê, Pêşniyaza qanûnê ku mekanîzmayên kontrolê yên Parlamento û Serokomariyê û mercên vegera malê dihewîne, tê payîn ku hefteya bê pêşkêşî rojeva parlamentoyê bibe.
Li gorî nûçeya malperê, xebat bi hurgilî têne meşandin û hîn metneke fermî ya qanûnê nehatiye amadekirin, lê belê sernavên sereke yên rêziknameyê zelal bûne.
Koma Şopandinê û Lijneya Taybet
Rêziknameya nû ji bo kontrol û şopandina pêvajoyê avakirina du mekanîzmayên girîng pêşbînî dike:
Koma Şopandinê ya Parlamentoyê: Li bin banê Serokatiya Parlamentoyê komeke şopandinê ku ji 17 parlamenteran pêk tê dê bê avakirin.
Lijneya Serokomariyê:
Dê lijneyeke taybet a ji nûnerên yekeyên ewlehiyê û wezaretên têkildar pêk tê bê avakirin. Tê nirxandin ku ev lijne di bin banê Serokomariyê de û bi serokatiya Cîgirê Serokomar Cevdet Yılmaz bixebite.
Mercên Vegera Malê û Berdana Bişert
Hurgiliyên girîng ên rêziknameyê ku rasterast bandorê li rewşa mirovan dikin ev in:
Qanûna Demkî: Tê gotin ku dema vê qanûnê dê bibe salek.
Sûcên Endamtiyê: Ji bo kesên ku tevlî ti sûcan nebûne, tometa endamtiya rêxistinê dê bê rakirin û rê li ber vegera wan bê vekirin.
Mercê 3 Salan: Ji bo berdana bişert demeke 3 salan tê pêşbînîkirin. Heke di nava van 3 salan de ti sûcekî rêxistinî neyê kirin, astengiyên wekî qedexeya siyasî dê ji holê rabin.
Pêla Vegerê: Hat ragihandin ku gelek kesên li Ewropa, Sûriye û Iraqê dikarin di çarçoveya vê qanûnê de vegerin Tirkiyeyê.
1800 Kes Dê Li Derveyî Qanûnê Bimînin
Di çarçoveya amadekariyan de hat diyar kirin ku nêzî 1800 kesên ku tevlî sûcan bûne dê di derveyî vê rêziknameyê de bimînin û vegera wan ji bo Tirkiyeyê ne gengaz e.
Tê çaverêkirin ku amadekirina reşnivîsê heta dawiya hefteyê bi dawî bibe. Piştî şandina ji bo Meclîsê di hefteya bê de, tê payîn ku pêşniyaz bi lez ji Komîsyona Edaletê derbas bibe û bê rojeva Lîjneya Giştî.
2 DEMJIMÊR BERÊ