NÛ JI KOÇBERIYÊ VEGERIYABÛ LÊ KUŞTÎ HAT DÎTIN

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatiyekî sivîl ku bi karwanên vegerê re vegeriya bûn mala xwe bi dest kesên nenas jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ji gundê Şîtka ê Efrînê ji KANAL8ê re ragihand, Adil Ne’san li nav zeviyê xwe yê zeytûnan li nêzî gundê Feqîra kuştî hate dîtin.

Bi gotina çavkaniyê Ne’san bi xwe ji gundê Şîtka ye û çûbû nav zeviyê xwe yê nêzî gundê Feqîra da ku cot bike. Çavkaniyê got, Ne’san beriya ku were kuştin ji mirovekî xwe re gotiye ku du kes çavdêriya wî dikin.

Çavkaniyê da zanîn, pêştir kesên nenas dîsa Adil Ne’san li ser rêya gundê Şîtka Şelandibûn û 300 lîreyên Tikriyeyê jê standibûn.

Çavkaniyê diyar kir, Adil Ne’san nêzî 9 salan li Hesekê koçber bû û her dawî bi karwanên vegerê re vegeriyabû mala xwe.

Piştî bûyerê, cenazeyê Adil Ne’san ji bo Şîtka hate veguhestin û welatiyên silganên Şehîd Namirin bang kirin û aciziyeke mezin di nav gund de çêbû.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ