KEŞEYEKÎ KURD LI EFRÎNÊ HATE GIRTIN

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, keşeyekî Kurd ê Dêra Încîlî piştî ku ji Beyrûtê serdana Efrînê kir hate girtin.

Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê ji KANAL8ê re got ku keşeyê dêra Kurdî ya Încîlî li Beyrûtê Nîhad Hesen herî dawî serdana Efrînê kiribû û 22 vê mehê Hêzên Ewlehiya Giştî ew girtibûn.

Li gorî çavkaniyê, Hêzên Ewlehiya Giştî destnîşan kiribûn ew Nîhad ji bo lêpirsînê dibin lê heta niha nehatiye berdan.

Çavkaniyê ragihand, Hêzên Ewlehiyê keşe Nîhad Hesen ji ber belavokeke wî ya li ser Facebookê ku li dijî komên girêdayî Tirkiyeyê nivîsandibû girtine.

Heta niha çarenûsa Nîhad Hesen nehatiye zanîn.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ