
Amedspor di çarçoveya amadekariyên sezona nû de, bi du tîmên serkeftî yên Başûrê Kurdistanê re du maçên dostaniyê û amadehiyê (lîstika biratiyê) li dar dixe.
Bername û hûrgiliyên maçan bi vî rengî ne:
Berpirsên her sê klûban dan xuyakirin ku ev maç ji bo xurtkirina têkiliyên dostanî û biratiyê yên di navbera werzîşvan û gelê Kurd de gelekî girîng in.
Klûba Amedsporê wekî nîşaneya vê biratiyê, otobûsa tîma xwe di dema hatina kampa Burdurê de diyarî tîma Zaxoyê kir da ku lîstikvanên wan pê veguhastinê bikin
Tê payîn ku maç li ser kanala fermî ya yuotubeyê ya Amedsporê were weşandin.

