DOZGERÊ GIŞTÎ YÊ AMEDÊ DOZEK LI DIJÎ ŞÊX SEÎDÊ PÎRAN RED KIR
Dozgerê Giştî yê Amedê biryar da ku pesndayîna Şêx Seîdê Pîran ne sûc e û pêwîst nake lêkolînê li ser bike.
29ê Hezîranê li Amedê di salvegera bîranîna darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de, Parlamenterê HUDA Parê Faruk Dînç pesnê Şêx Seîd da û kiryarên di serdema damezirênerê Komara Tirkiyeyê Mistefa Kemal Ataturk bi tundî rexne kir.
Endamekî Encumena Ilmiyê li Tirkiyeyê li ser gotinên Dînç ji bo Serdozgerê Giştî yê Amed serlêdana sûc kir.
Çend roj şûn ve, dozger gilî red kir û got ku ji ber nebûna delîlan ne hewce ye ku doz were lêkolînkirin.
Dozgerê giştî di ravekirina xwe de got; Her çend lêpirsîn li ser bingeha gilînameyê hatibe kirin jî, biryar hat dayîn ku doz were girtin ji ber ku hat dîtin ku tiştek tune ku bibe sedema sûcên ku di gilînameyê de hatine behs kirin.
Di meha Sibatê de, Dadgeha Cezayê ya Tirkiyeyê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag, ji ber heqaretkirina Şêx Seîdê Pîran, ceza kir.
Di destpêka Sibata 1925an de, Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî biryar dan ku serhildan bikin û şoreşê berdewam kir heta ku di nîvê Nîsana heman salê de, Şêx Seîd û hin hevalên wî hatin girtin.
Piştî mehek darizandinê, Şêx Seîd û hevalên wî di 29ê Hezîranê de li Amedê hatin darvekirin.
Heta niha jî cihê gorên Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî nehatine eşkerekirin.
3 DEMJIMÊR BERÊ