KURTULMUŞ: QANÛN DÊ DERIYEKÎ NÛ VEKE

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku qanûna çarçove dê nebe efûyeke giştî û qanûn dê piştî selmandina xwehilweşandina rêxistinê bikeve meriyetê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di "Merasîma Xelatkirina Madalyaya Serxwebûnê li Înebolu" ya li Kastamonuyê de axivî û derbarê qanûna çarçoveyê de nirxandin kir.

Kurtulmuş got, “Bi qebûlkirina vê qanûnê, deriyên serdemeke nû dê bi tevahî vebin. Serdemeke biratiyê ya nû dê li Tirkiyeyê dest pê bike. Êdî dengê çek û bombeyan li ti çiya û deştên vî welatî neyê bihîstin. Li her goşeyekî vî welatî dê stranên aştî, yekîtî, biratiyê û hevgirtinê bên gotin. Ev qanûn bi ti awayî li Tirkiyeyê nebe efûyeke giştî . Qanûn dê bi diyarkirina hilweşandinê bikeve meriyetê.”

Kurtulmuş, dest nîşan kir ku xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li parlamentoyê hatiye damezrandin bi dawî bûne û got, “Di encama van lêkolînên ku teşeyek berbiçav girtine û wekî nexşerêyek bi îradeya hevpar a hema hema hemû partiyên me hatine ragihandin, em gihîştine qonaxek diyarkirî.”

Kurtulmuş diyar kir ku çareseriya mesela Kurd, ku bandor li ser 50 sal dîroka Komara Tirkiyeyê kiriye, bi dawî bûye û got, “Em ê hemû şahidiya pêvajoyeke rêziknameya qanûnî bikin ku em hêvî dikin ku bi lihevkirina hemû partiyên me derkeve holê.”

Kurtulmuş axaftina xwe wiha domand: Ez dixwazim bi zelalî bibêjim ku mesele ne tenê amadekirina qanûnekê ye. Ev der parlamentoya Tirkiyeyê ye. Her hefte gelek qanûn li Parlamentoya Tirkiyeyê tên derxistin. Dema ku pêwîst be, qanûnên din jî dê li Tirkiyeyê bên derxistin. Mijara girîng vekirina deriyên serdemeke nû ye. Li ber deriyên vê serdema nû, ne cihê çekan, ne cihê şer û ne jî cihê dabeşbûnê heye, wekî ku Akîf got. Bi tevahî cihê têgeha 'Tu Tirk î, ez Kurd im' tine. Bi tevahî cihê nîqaş an dabeşbûna 'Tu Elewî yî, ez Sunnî me' tune. Bi qebûlkirina vê qanûnê, deriyên vê serdema nû dê fireh werin vekirin û serdemeke biratiyê ya nû dê li Tirkiyeyê dest pê bike. Û wekî ku min got, ev qanûn bi tevahî têgeha efûya giştî li Tirkiyeyê pêk nayîne.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ