KEŞEYÊ KURD NÎHAD HESEN HÎNA JÎ GIRTÎ YE
Keşeyê Dêra Kurd Nîhad Hesen hîna jî girtî ye û agehiyên nû der barê wî, gihane KANAL8ê.
Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê ji KANAL8ê re gotibû, keşeyê Dêra Kurd yê Beyrûtê Nîhad Hesen herî dawî serdana Efrînê kiribû û 19ê vê mehê, roja ku gihabû gundê xwe yê Gordayê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Giştî ve tê girtin.
Li gorî agahiyên herî dawî, Nîhad Hesen heya niha di girtîgeha Maratê de ye û dosyeya wî ji bo parêzgeha Helebê hatiye şandin.
Li gorî agehiyan, Keşeyê Kurd ji ber hejmarek ji belavokên xwe di tevna civakî ya Facebookê ku rexne li komên girêdayî Tirkiyeyê girtibû û ji ber wê bi tawana xirab bikaranîna tevnên civakî hatiye girtin.
Birêveberê Hevpeymaniya Amerîkayî û Rojhilata Navîn Tom Herb di tevna civakî ya Xyê de der barê girtina Nîhad Hesen, bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku fişarê li Şeri bikin da ku were berdan.
Bi gotina Herb, Nîhad Hesen sala 2008an bûye Xiristiyan û li Libnanê û Sûriyeyê xizmetên mirovî û rûhî jî pêşkêş kirine.
2 DEMJIMÊR BERÊ