KEÇA ÊZIDÎ JI BO RÛMETA XWE BIPARÊZE ÇEK HILGIRTIBÛ, LÊ ÎRO ZAROKA XWE HILGIRTIYE
Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ
Sala 2014an dema ferman hate serê Êzidiyan û DAIŞê êrişî Şingalê kir, Ronak Bapîr Xerîb a 14 salî rahişte çekê, da milê xwe û rûmeta xwe û gelê xwe parast.
Îro weke ku di wêneyê de diyar e, êdî li cihekî aram e, jiyaneke şad dijî û bûye dayik.
Ev wêne a keça Êzidî; Ronak Bapîr Xerîb a 14 salî ye ku dema ku piştî 7 rojan ji şerekî giran ji serê çiyayê Şingalê dadikeve. Rpnak bi dayik û xwişka xwe re li bende tirimbêlekê ne ku wan bibe cihekî ewle.
Ronak di wêneyê de çek hilgirtiye da ku malbata xwe biparêze, lê di wêneyê din de, aram û dilxweş e. Zewicî û zarokek jê re çêbûye.
Ev wêne êşa fermanê tîne bîra me, her wiha hêviyê dirêse.
Kanal8
3 DEMJIMÊR BERÊ