UEFA'YÊ PÊŞNIYAZA SEROKÊ FIFA'YÊ PESEND NEKIR

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

UEFAyê bi yekdengî pêşniyaza serokê FIFAyê Gianni Infantino a ji bo veberhêneran ku xwediyê dewriyê bin, nemaze Kûpaya Cîhanê, qebûl nekir û hişyarî da ku dewriyê boykot bikin.

UEFAyê civîneke awarte li dar xist da ku pêşniyaza serokê FIFAyê Gianni Infantino ya avakirina kompanyayeke FIFAyê ji bo birêvebirina dewriyê û firotina ji sedî 20ê xwedîtiya xwe ji veberhêner û sektora taybet re nîqaş bike.

Ewropiyan bi yekdengî pêşniyaza serokê FIFAyê qebûl nekirin û di daxuyaniyekê de gotin ku gavek wisa ji bo parastina werzîşê ji lêkolînan helwesteke yekgirtî hewce dike û divê destûr neyê dayîn ku bibe pirsgirêkeke darayî ji bo berjewendiya fonên veberhênana taybet.

UEFAyê got ku anîna veberhênerên biyanî bo xwediyê dewriyê xwezaya lîstikê bi awayekî radîkal diguherîne û biryarên têkildarî rojeva navneteweyî û pergala dewriyê li şûna ku xizmeta gogê bike, dixe bin berjewendiyên bazarganî û fişara sektroa taybet.

UEFAyê got: "Li ti devereke cîhana gogê, mînakeke wisa tine ye û ew ti rewatiyê nadinê. Goga pêyan ne kelûpelek e ku were firotin û ji bo qezenca darayî wiha lê were kirin."

Li gorî pêşniyazê, kompanyek ji bo çavdêriya dewriyên FIFAyê, bi taybetî Kûpaya Cîhanê, dê sektora tayebt bi nirxê 20 milyar dolarî ji veberhênerên taybet re werin firotin, ku ji wan her federasyonek dê 40 milyon dolar werbigire, bi mercê ku pêşniyaz heta Îlonê were pejirandin.

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ