ENDAMÊN PKK'YÊ PIŞTÎ VEGERÊ DÊ JI ÇI QONAXAN RE DERBAS BIBIN?

Sidar Basut 2 DEMJIMÊR BERÊ

Puxteya Nûçeyê

  • Li kulîsên Enqereyê, ji bo endamên PKKyê yên ku dê çekan deynin, derbarê modela ku hikûmeta Tirkiyeyê jê re dibêje 'rehabîlîtasyon' û entegrasyona civakî de nîqaşên li ser pêngavên hiqûqî û îdarî berdewam in.
  • Li gorî zanyariyan, li şûna "lêborîna giştî", mekanîzmayên şopandina takekesî û tund derdikevin pêş.
  • Modela entegrasyonê ya ku herî zêde tê nîqaşkirin, li ser 4 xalên sereke hatiye avakirin.

Daxuyaniyên Sereke û Mijarên Balkêş

1. Efûya Giştî Nîne (Bingeha Dosyeya Takekesî): Li navenda modelên ku tên nîqaşkirin, li şûna lêborîneke giştî, nirxandina dosyeyan bi awayekî takekesî heye. Tê pêşbînîkirin ku heyetên ji hiqûqnas û yekîneyên ewlehiyê pêk tên; pozîsyona her kesekî ya di nava rêxistinê de, "rêjeya tevlîbûna sûcan" û asta hişkbûna wan a îdeolojîk cuda cuda dahûrînin. Tê armanckirin ku di navbera kesên "tevlî sûc nebûne" û rêveberên rêxistinê de cudahiyeke hiqûqî ya zelal hebe.

2. Şopandina Piralî di bin Koordînasyona Serokomariyê de: Ji bo ku pêngavên lihevkirina civakî ji yek navendekê û bi koordîne werin meşandin, avakirina desteyek an jî komîsyoneke taybet tê nirxandin. Tê plankirin ku di tevahiya pêvajoyê de bi tevlîbûna psîkolog, civaknas û şêwirmendên malbatê, pêvajoya entegrasyona zîhnî û civakî ya kesan bê şopandin.

3. Perwerdeya Pîşeyî û Karkirina di Kertê Taybet de: Ji bo ku ev kes di dema derbasbûna jiyana sivîl de careke din berê xwe nedin derdorên sûc, serxwebûna aborî wekî şertekî krîtîk tê destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de tê nîqaşkirin ku bernameyên fêrkirina pîşeyan werin sepandin; li şûna karkirina di saziyên dewletê de, bi rêya handan û kotayên taybet, ev kes di kertê taybet de werin karkirin.

4. Mekanîzmaya Bipaşxistina Bimerc: Tevlîbûna bernameyên ku hikûmeta Tirkiyeyê jê re dibêje "rehabîlîtasyon"ê û bicihanîna berpirsyariyên lihevkirinê, wekî şertê sereke yê sûdwergirtina ji bipaşxistina cezayan an jî asankariyên hiqûqî tê diyarkirin. Di heyamên konrtolê yên ku dê werin diyarkirin de, dê lihevkirina civakî ya kesan ji nêz ve bê şopandin; di rewşên binpêkirina şertan an jî "ji nû ve tevlîbûna sûcan" de, dê biryarên bipaşxistina cezayan demildest werin betalkirin.

Ji Bo Agahdariya We

Ev agahiyên kulîsan nîşan didin ku dewleta Tirkiyeyê, ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê û bêçekkirinê amadekariyên teknîkî û qanûnî dike. Hikûmet bi vê nexşerêyê dixwaze ji aliyekî ve rê li ber nerazîbûnên neteweperestan bigire û ji aliyê din ve jî bi derfetên karkirinê û nermkirina qanûnan, endamên PKKyê teşwîqî danîna çekan bike. Rola Serokomariyê di vê pêvajoyê de giraniya pêngavê nîşan dide.

Bêtir bixwînin: Ev nûçe ji we re hatine bijartin

Ji bo nûçeyên nû, bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:

https://channel8.com/kurmanci/news/34860

https://channel8.com/kurmanci/news/34874

https://channel8.com/kurmanci/news/34872

Sidar Basut

2 DEMJIMÊR BERÊ