Li Rojavayê Kurdistanê qeyrana kêmiya mazotê derket
Ev çend rojin, qeyrana kêmîya mazot û benzînê li bajarên Rojavayê Kurdistanê derketiye
Bi sedema êrîşên heftîya bihûrî yên balefirên Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê, zirareke mezin gehiştiye santiralên petrolê û bi vê yekê jî qeyraneke mezin ya mazot û benzînê, bi giştî û bi taybetî li bajarê Qamîşloyê derketiye.
Hevseroka Rêveberiya Giştiya Sotemenîyê ya Rêveberiya Xweser Ebîr Xalid ragihand, ji ber êrîşên vê dawîyê yên Tirkiyê, piranîya çavkanîyên enerjî û berhemanîna petrolê li navçeyê ji nav çûne.
Ebîr Xalid got, di vê demê de pêwistîya Rojavayê Kurdistanê bi piştevanîya navdewletî heye daku çavkaniyên berhemanîna petrolê nûjen bike.
Bi sedema êrîşên berdewam yên Tirkiyê, %80 ya mazota benzinxaneyên Rojavayê Kurdistanê kêm bûye, bi vê yekê jî qerebalixiyeke mezin li pêşiya benzînxaneyan tê dîtin.
20/01/2024