Li Colemêrgê metirsiya erdhejek bihêz heye
Hêriş Celal 03/02/2024
Vê sibê erdhejekê bi pileya 4.3 navçeya Geverê ya Colemêrgê hejand û pisporên erdhejê jî hişyariya qewimîna erdhejekê bi pileya 7 li navçeyê didin.
Erdhejê tirsek mezin di nav şêniyên Colemêrgê de çêkir û ji ber wê yekê çav zivirîn ser pisporêm jeofîzîkê ku hişyariya qewimîna erdhejek mezin li navçeyê dabûn.
Endaziyarê Bilindê Jeofîzîkê Profesor Diktor Ahmed Ercan derbarê erdheja Geverê li ser tevnên civakî daxuyaniyek weşand.
Ahmed Ercan dazanîn ku egereke zêde heye ku li Colemêrgê erdhejek bi pileya 7 biqewime, lê dema qewimîna erdhejê diyar nekir.
Hêriş Celal
03/02/2024