
Puxteya Nûçeyê
Îro sêşemê, 37 partî û hevpeymanî di hilbijartinên giştî yên Îsraîlê de têdikoşin da ku 120 kursiyên Knesseta (parlamento) ku yekane desthilata yasadanînê ye bi dest bixin.
Kneset (Parlamento) yekane saziya qanûndaner a Îsraîlê ye û ji 120 endaman pêk tê.
Ew partiyên ku dikarin benda hilbijartinê ya %3.25 derbas bikin dikevin Knesetê.
Îro sêşem e, 37 partî û hevbendiyên hevrik beşdarî hilbijartinên Îsraîlê dibin. Tê pêşbînîkirin ku 13 partî li Knesetê kursiyan bi dest bixin. Partiya Lîkud a di bin serokatiya serokwezîr Binyamîn Netanyahu de û partiya "Yaşar" ku cara yekem e di bin serokatiya serokê berê yê artêşê Gadi Eisenkot de dikeve pêşbaziyê, hevrikên sereke ne. Rapirsî nîşan didin ku piştî serdestiya çend salan a Lîkudê ya li ser qada siyasî, Yaşar dikare bibe partiya herî mezin a Îsraîlê. Di vê navberê de, dengên welatiyên Ereb ên Îsraîlê jî xwedî roleke diyarker in.
Daxuyaniyên Sereke û Mijarên Balkêş
Agahiyên li ser pergala hilbijartinê ya Îsraêlê:
Saziya qanûndaner a Îsraîlê ji encûmeneke yekpar (yekperleman) pêk tê ku jê re Kneset tê gotin; 120 endamên wê hene û ji bo heyama çar salan tên hilbijartin.
Qanûna Îsraîlê tekez dike ku divê hilbijartin "giştî, neteweyî, rasterast, wekhev, veşartî û rêjeyî" bin.
Parlamento dikare pêşwext bi dengên piraniyê were hilweşandin, ku ev yek di nava siyaseta Îsraîlê de diyardeyeke berbelav e.
Di rewşên awarte de, Kneset dikare bi dengên 80 endaman heyama xebata xwe ji çar salan zêdetir dirêj bike.

Hejmara Dengderan
Tevahiya welat bi nêzîkî 3.7 mîlyon dengderan ve wekî yek herêma hilbijartinê tê hesibandin.
Di hilbijartina dawî de ku di mijdara 2022'yan de hatibû kirin, rêjeya beşdariyê gihîştibû zêdetirî %70'yî.
Dengder di rêya lîsteya berbijêrên partiyan re dengê xwe didin namzetên perlemanê û her kes tenê dikare dengê xwe bide yek lîsteyê.
Derbaskirina Benda Hilbijartinê
Dengdan li ser bingeha nûneratiya rêjeyî ye; hejmara kursiyan li gorî rêjeya ji sedî (% ) ya wan dengan tê dabeşkirin ku her lîsteyek bi dest dixe.
Her lîsteya ku bikaribe benda hilbijartinê ya %3.25 (ku wekhevî çar kursiyan e) derbas bike, mafê ketina Knesetê bi dest dixe.
Benda %3.25 bandoreke mezin li ser encamên dawî dike, ji ber ku ew dengên ku ji bo lîsteyên di bin vê rêjeyê de mane tên dayîn, nayên hesibandin.
Piştre kursiyên perlemanê li gorî rêjeya dengên mayî tên dabeşkirin. Ji bo mînak: Heke partiyek %20'ê dengên mayî bi dest bixe, %20'ê kursiyên Knesetê garantî dike.
Lêbelê dabeşkirina dengan li ser kursiyan her tim bi awayekî tam û wekhev dernayê; hinek dengên zêde û kursiyên dabeşnebuyî dimînin.
Partî dikarin peymanan di navbera xwe de girêdin da ku dengên xwe yên zêde kom bikin û bi vî rengî hinek ji wan kursiyên dabeşnebuyî bixin destên xwe.
Avakirina Hikûmeta Hevbendiyê
Ji ber zêdebûna hejmara partiyan, tu partî bi tena serê xwe nikare piraniya mutlaq a ku ji 61 kursiyên Knesetê pêk tê (û ji bo avakirina hikûmetê pêwîst e) bi dest bixe. Ji ber vê yekê, gava ku deng tên hejmartin, danûstandinên ji bo avakirina hevbendiyê (koalîsyonê) dest pê dikin.Serokê welat (ku niha Isaac Herzog e) ji aliyê qanûnî ve berpirsiyar e ku serokê wê lîsteya ku şansê wê yê herî mezin ji bo avakirina hevbendiyê heye peywirdar bike, ku ev yek jî li gorî wan pêşniyarên ji aliyê partiyan ve tên pêşkêşkirin pêk tê.
Hevrikên herî berbiçav ên Netanyahû
Gadi Eisenkot

Gadi Eisenkot ê 66 salî, kurê koçberên ji Mexribê (Fas) ye û serokê berê yê artêşê ye. Ew wekî hevrikê sereke yê Netanyahu tê dîtin. Rapirsî nîşan didin ku rêjeya dengên wan pir nêzî hev e û di hinek rapirsiyan de ew li pêşiya Netanyahû ye jî. Eisenkot hinek helwestên xwe yên derbarê aloziya Îsraîl û Filistînê de ragihandine ku berdewamiya siyaseta hikûmeta niha ye; wekî mînak: Rêgirtina li avakirina dewleteke Filistînê û dawîanîna li desthilatdariya Hemasê ya li Xezeyê di nav 18 mehan de, heke were hilbijartin. Eisenkot di sala 2024'an de ji kabîneya şer a Netanyahû îstifa kir û bû yek ji rexnegirên herî tund ên şêwaza serokatiya serokwezîr.Di sala 2025'an de partiya xwe ya bi navê "Yaşar" ava kir û heke biser bikeve ku 61 kursiyên perlemanê li dora xwe kom bike, ew ê bibe yekemîn serokwezîrê Îsraêlê ku koka wî digihîje Rojhilata Navîn an jî Bakurê Afrîkayê.
Naftali Bennett

Bennett, serokwezîrê berê yê Îsraîlê yê 54 salî (ku hikûmeta wî tenê salekê ajot), serokatiya partiya "Beyahad" a nermewand a rastgir dike ku di rapirsiyan de di rêza sêyem de ye (li dû Eisenkot û Netanyahû).Şirovekarên Îsraîlî di wê baweriyê de ne ku ew dikare bala wan dengderên rastgir bikişîne ku ji Netanyahû bêhêvî bûne lê naxwazin berê xwe bidin çepgiran.Tevî rexneyên xwe yên tund, Bennett amadehiya xwe diyar kiriye ku beşdariyê bi Netanyahû re bike di nav hikûmeteke hevbendiyê de ku ji aliyê mûxalefetê ve were birêvebirin.
Yair Lapid
Lapid ê 62 salî, salên dirêj pêşkêşvanekî navdar ê televizyonê yê welatê xwe bû. Piştî avakirina partiya nermewand "Yeş Atîd" di sala 2012'an de, bi lez bû yek ji hevrikên sereke yên Netanyahû.Lapid wekî wezîrê darayî û wezîrê derve kar kiriye. Di sala 2022'yan de ji bo heyameke kurt wekî serokwezîr di peymana dabeşkirina desthilatê de ligel Bennett xebitî, ku niha jî pê re hevalbend e.
Avigdor Lieberman

Avigdor Lieberman di sala 1958'an de li Moldovaya Sovyetê ji dayik bûye û di dawiya sedsala borî de koçî Îsraîlê kiriye. Ew kesayetiyekî kevnar ê qada siyasî ye; xwediyê nêrîneke neteweperest a tund e ji bo ewlehiya neteweyî, di heman demê de sekûlerekî (laîk) serhişk e.Lieberman damezrînerê partiya "Yisrael Beytenu" ye. Ew berê hevalbendekî nêzîkî Netanyahû bû, lê niha bi berdewamî rexneyan lê digire.Lieberman yek ji wan kêm siyasetmedaran e ku serokatiya sê wezaretên sereke yên Îsraîlê (Derve, Parastin û Darayî) kiriye.
Mensur Ebas

Mensur Ebas, serokê partiya Erebî-Îsraîlî, hewl dide civaka xwe ya ku %20'ê niştecihên Îsraîlê pêk tîne, çalak bike da ku rê li ber vegerandina Netanyahû ya bo ser desthilatê bigire.Partiya "Ra'am" a Ebas, di sala 2021'an de bû yekemîn partiya Erebî ku beşdarî hikûmeteke Îsraîlê bibe. Ew dikare bibe mifte ji bo yekdarkirina desthilatê, heke mûxalefet razî bibe ku xwe bispêre parlementerên wî da ku Netanyahû ji postê daxe.
Yair Golan

Golanê lîberal, piştî çendîn salan ku Îsraêl ber bi rastgiriyê ve diçû, bi partiya xwe ya "Demokratan" nûneratiya tiştê ku ji çepa sereke maye dike (di nav de paşmahiyên Partiya Karkeran a ku sê dehsalên pêşîn ên avakirina welat de bê navber serokatiya Îsraîlê kiribû).Golan yekane serokê siyasî yê sereke yê Îsraîlê ye ku bi eşkereyî pişgiriya çareseriya du-dewletî ligel Filistîniyan dike.Her weha di mijarên civakî de lîberal e û daxwaza destûrdana zewaca hevzayendan û xebitandina veguhastina giştî di roja şemiyê (Sebat) de dike.
Ji Bo Agahdariya We
Ji ber pergala nûneratiya rêjeyî li Îsraîlê, bi destxistina 60+1 kursiyan ji bo avakirina hikûmeteke bi serê xwe pir zehmet e, lewma piştî encamên hilbijartinê pêvajoyeke dijwar a hevpeymaniyê dest pê dike. Di vê navberê de, rola kêmneteweya Ereb û partiyên wan (wekî Ra'am bi serokatiya Mensur Ebas) dikare wekî pêngaveke yekalîkirinê li dijî mana Netanyahu li ser desthilatê bixebite.
Ji bo nûçeyên nû, bi berdewamî KANAL8ê bişopînin:
