Amedsporê 4-1 Karamanspor têk bir

Hêriş Celal 02/03/2024
Amedsporê 4-1 Karamanspor têk bir
Amedsporê 4-1 Karamanspor têk bir

Tîma Amedsporê ku di Guropa Sor ya Lîga 2mîn ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de ji bo serkeftinê têdikoşe, di lîstika bi Karamansporê re, hevrikê xwe bi encama 4 golan li hember golekê têk bir.

Di lîstika ku li Stadyoma Tahîr Elçî de hate pêkanîn, zêdeyî 20 hezar alîgirên Amedsporê amade bûn. Amedspor di xuleka 8mîn de, bi gola Gokhan Aydin 1-0 pêş ket û nivîya yekemîn ya lîstikê bi wê encamê bi dawî hat.

Amedsporê bi piştgiriya temaşevanan xwe bi lez û bez dest bi lîstikê kir û di xuleka 49mîn de, bi rêya Taner Gumuş golekî din avêt.

Di xuleka 53mîn de jî, Çekdar Orhan golek din avêt û Amedspor bi encama 3-0 bi pêş ket.

Tîma Karamansporê bi gola ku Ahmet Ozcan di xuleka 58mîn de avêt, encman ji bo 3-0 guherand, lê kefxweşiya Karamansporê zêde berdewam nebû û Mert Çapar di xuleka 62mîn de golek din di berjewendiya Amedsporê de avêt û lîstik bi encama 4 golan li hember golekê, di berjewendiya Amedsporê de bi dawî bû.

Bi vê encamê jî tîma Amedsporê bi komkirina 56 xalan bû lîderê Guropa Sor ya Lîga 2mîn ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê.

Hêriş Celal

02/03/2024