Erdogan li Şirnexê: Ti kes nikare ber li hilatina rojê ya Sedsala Tirkiyê bigre
Partiya Dad û Geşepêdan Ak Partiyê îro mîtînga xwe ya danasîna hilbijartinan li Şirnexê ya Bakûrê Kurdistanê lidarxist. Di mîtîngê de, Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û şandeyek ji hikûmet û partiyê beşdar bûn. Erdogan di mîtînga Şirnexê de axivî û got: Ti kes nikare ber li hilatina rojê ya Sedsala Tirkiyê bigre.
Îro di çarçoveya propagendeyên hilbijartinan, bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partî Receb Teyîb Erdogan, Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Vedat Îşikhan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Bereveniyê Yaşar Guler, Hevserokê Ak Partiyê Hasan Basrî yalçin, Rêveberê Serokatiya Peywendiyan Fahrettin Altun, Şêwirmendê Bilind yê Serokkomarê Tirkiyê Akif Çagatay Kiliç û parlementerên AK Partiyê mîtînga danasîna berbijêrên wê partiyê hat lidarxisitn.
Di mîtîngê de Receb Teyîb Erdogan bal kişand ser projeyên aborî yên Hikûmeta Tirkiyê li parêzgeha Şirnexê ya Bkaûrê Kurdistanê û got, “Hûn dizanin niha em di warê berhemanîna petrolê de li çiyayê Gabarê li kû derê ne? Me 37 hezar bermîl derbas kirine. Armanc jî 100 hezar bermîl in. Erdên vir dê bifirin.”
Erdogan gotinên xwe yên derbarê aboriya deverê di çarçoveya propagendeyên hilbijartinê de domand û anî zimên, “Çiyayê Kato û Zozanê Feraşînê bûne navçeyên me yên nû yên vedîtina petrolê. Em tembel narûnin, em dixebitin. Bi van hilberînên me pêkanîne, em armancdar in Şirnexê bikin yek ji bingeha enerjiyê ya herî pêşeng ya welêt, bi van kanze, geotermal, tav û bayê xwe.”
Di mîtînga Ak Partiyê ya li Medyana Dadgehê ya Şirnexê Erdogan dubare kir: Ti kes nikare ber li hilatina rojê ya Sedsala Tirkiyê bigre.
Erdogan berê di 26’ê sibatê ya 2024’an di civîneke partiya xwe de derbarê Hevpeymaniya Gel ya di nav hilbijartinê de got, “Sedsala Tirkiyê nû dest pê dike.”
Piştî mîtîngê, Erdogan bi şandeya xwe û konvoyeke dirêj berve bajarê Mêrdînê bi rê ketin.
13/03/2024