Serokê Huda-Parê: Em ji hilbijartinên herêmî venakişin

Elî Zalo 19/03/2024
Serokê Hudaparê Zekeriya Yapcioglu.
Serokê Hudaparê Zekeriya Yapcioglu.

Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapcioglu gotegotên derbarê vekişîna partiya wî ji hilbijartinên herêmî vala derxistin û piştrast kir, dê di xebatên xwe yên hilbijartinê de bidomin.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapcioglu ragihand, nûçeyên ku dibêjin berbijarê wan dê xwe ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê vekişînin ji rastiyê dûr in û got, ew dê hemû hewlên xwe ji bo serkeftinê di hilbijartinan de bidin û bi tu awayekî venakişin.

Li 81 bajar û 666 bajarokan dê berbijêrên me hebin, hin kes behsa vekişîna Hudaparê ji bo dijatiya yan jî di berjewendiyên  partiyek din de wê ji hilbijartinan vekişe . Ev nûçe dûr ji  rastiyê ne û bi vê wesîleyê em ji welatiyên xwe re radigihînin ku me namzetek ji bo vekişînê destnîşan nekiriye, lê em ê hewl bidin li hemû cihên ku me namzed diyar kirine bi ser bikevin.

Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê Hudaparê
Elî Zalo

19/03/2024