Tirkiye; Careke din mazot û benzîn buha bûn

Kanal8 21/03/2024

Îro li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê careke din benzîn û mazot buha bûn

Medyaya Tirkiyê belavkir, îro Pêncşem benzîn bi qasî 1,50 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,30 lîreyan biha dibe, bi vê yekê jî bihayê lîtreyeke benzîn û mazotê ji 44 lîreyan derbas dibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku bac hatin zêdekirin, nixê lîreyê Tirkî daket,  bi wê yekê jî, mazot û benzîn  bihatir dibûn.

Di nav hefteyekê de duyemîn car in benzîn û mazot buha dibin.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023yan rêjeya bihabûna benzîn û mazotê li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji sedî 100 derbas bûye.

Kanal8

21/03/2024