Erdogan: 650 hezar beşdarî mitîngê bûn lê berê 1,5 milyon kes dihatin
AK Partî mezitirîn partiya li Tirkiyeyê ber bi hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê li Stenbolê mitîngeke li dar xist.
Ber bi hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, AK Partî partiya desthilat ya li Tirkiyê ye mezintirîn mitînga xwe ya li Stenbolê li dar xist. Kêmtir ji hefteyek ji bo destpêkirina hilbijaritnan maye.
Serokê Giştî yê AK Partî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitîngê de bal kişand ser kêmbûna hejmara beşdaran û ragihand, berê 1.5 milyon kes dihatin lê niha 650 hezar kes hatine mitîngê. Berbijêrê AK Partî yê Stenbolê Murat Kurum jî rexne bir ser rêvebiriya şaredariyê ya niha ya li Stenbolê û got, “Tu kar li bajêr nehatiye kirin”.
Bi nêrîna hin çavdêrên siyasî rêjeya kesên biryarnedayî gelek zêde ye û ew dê bibin diyarkerên encama hilbijartina li Stenbolê.
Serokê Giştî yê AK Partî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitîngê de behsa veberhênanên xwe kir û bal kişand ser kêmbûna beşdarên mitîngê.
Niha li meydanê 650 hezar kes hene. Berê 1 milyon û 500 hezar kes dihatin lê em ê ranewestin. Di nav 21 salan de li Stenbolê me bi qasî 1 trîlyon û 650 milyar lîre veberhênan kir. Kesî ewqas veberhênan nekir lê me kir. Piştî me Ekrem beg hat her der rezalet, gemarî û herî bûye. Bi serkeftina birayê me Murat kêşe dê bên safîkirin.
Serokê Ak Partiyê û Serokkomarê Tirkiye - Recep Tayyîp Erdogan
Berbijêrê AK Partî yê Stenbolê Murat Kurum jî rexne bir ser rêvebiriya şaredariyê ya niha ya li Stenbolê ku di destê CHP de ye.
Stenbol di 5 salan de ket destê nezanan û xizmet li vî bajarî nehat kirin. Ji erdhejê heta çûnûhatinê li ser gelek meseleyan soza çareserî dan lê nekirin. Dema em hatin ser kar em ê kêşeyên vî bajarî çareser bikin.
Berbijêrê AK Partî yê Şaredariya Stenbolê - Murat Kurum
Bi nêrîna hin lêkolîner û çavdêrên siyasî Murat Kurum li pêşiya Ekrem Îmamoglu ye lê di nav hefteyeke dawî de tablo dê zelaltir bibe.
Berê di lêkolîna me de Îmamoglu di pêş de bû lê niha Kurum di pêş de ye. Her kîjan bi ser keve jî bi ferqeke biçûk dê bi ser keve. Rêjeya kesên dudil zêde ne, yên bêbiryar meyla xwe bidin kîjan berbijêrî ew berbijêr dê bi ser keve.
Lêkolîner û Çavdêrê Siyasî - Hîlmî Daşdemîr
Zêdetir kesên hatibûn mitîngê ji bo Erdogan û ji bo parastina welat û xizmetên tên kirin piştgiriya xwe bo AK Partî ragihandin.
Ez ji bo serkeftina Erdogan hatim. Çimkî ev hilbijartin dê bibe nîşaneya serkeftina Serokkomarê me Erdogan.
Alîgirê AK Partî - Turan Çakmak
Di heman demê de hin alîgirên partiyê hene ku hertimî ne û biryara wan cihgir e.
Ji salên berê heta niha min dengê xwe daye AK Partî. Em ji xizmet û xebatên wan razî ne, baş dixebitin em jê memnûn in.
Alîgirê AK Partî - Mihemed Şakir
Alîgireke AK Partiyê jî dibêje, di heyama 5 salan de tu xizmet li Stenbolê nehatine kirin.
Me 5 sal tu xizmetekê li Stenbolê nedît. Hêvî dikim Murat Kurum bi ser keve, xizmet bo Stenbolê dê bên kirin.
Alîgira AK Partî - Ayşe Çakar
Alîgira partiyê Munîre Sancak jî kula dilê xwe wiha tîne zimên:
Ji bo xizmet li Stenbolê were kirin ez ê piştgiriya Murat Kurum bikim. Çimkî Îmamoglu li ser karê xwe nîn e, şûna kar em wî di betlaneyê de dibînin.
Alîgira Ak Partiyê - Munîre Sancak
Hefteya bê roja yekşemê 31ê Adarê li Stenbolê 11 milyon û 314 hezar û 516 dengdêr dê biçin ser sindoqan û bo şaredarê nû ku heta 5 salan dê kar bike wê deng bidin.
25/03/2024