Hevşaredarên Bajarê Mezin ya Diyarbekirê: Ji bo pirozbahiyê, li şûna kulîlkan, şitilan diyarî bikin da ku li şîngeh û parkan biçînin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun dê pîrozbahiyên gel û saziyên sivîl yên bajêr pêşwazî bikin. Bang li xelkê kirin: Li şûna kulîlk û diyariyan, şitilan bînin da ku li şîngeh û parkan biçînin.

Serra Bucak û Dogan hatun dê 18ê nîsanê roja pêncşemê, di navbera demjimêr 09:00 heta 15:00an de dê pêşwazî li pîrozbahiyên gel û saizyên sivîl yên bajêr bikin.

Hevşaredaran diyar kir, kesên dixwazin ji bo pîrozkirinê diyariyan pêşkêşî şaredariyê bikin, bila li şûna kulîlk, çeleng û hwd, şitilekê diyarî bikin da ku li şîngeh û parkan biçînin.

Şarederiyê daxuyanî bi her herdu zaravayên kurdî; Kurmancî û Zazakî û di serî de jî tirkî nivîsandibû.