Tekane çavkaniya avê ya Hesekê cardin dest bi kar kir

Bîrek ji bîrên Hesekê. Wêne: ANHA

Rêveberiya Xweser sotemenî ji çavkaniya tekane ya avê ya Hesekê re peyda kir û dîsa xiste kar, lê aliyên pêwendîdar dibêjin alîkariya Rêveberiyê têra wan  nake

Piştî ku stasyona Elokê ya Avê sala 2019an hate rawestandin, xelkê Hesekê ava xwe bi rêya bîrên ku li gundewarên wê hatine kolandin peyda dikin.

Beriya niha ji ber kêmbûna somtemeniya ku berê rêveberiya xweser dida, xwediyên bîran kar rawestandibûn.

Bi gotina Hevseroka Lijneya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Viyan Çaçan, wan carekî din sotemenî ji xwedî karan re veqetandiye û her lîtreyek bi 525 lîreyan ji wan re tê firotin.

Li gorî gotinên xwediyê bîrekê, wan lîtreyek mazot di bazarê de bi 4 hezar û 500 lîreyan dikirî û diyar kir ew sehrîceyek avê bi 25 – 60 hezaran didin welatiyan û vê jî têra xerca wan nedikir.

Bi gotina xwediyê bîrê, di mehekê de pêwîstiya wan bi 3 hezar lîtreyên avê heye, lê niha ew tenê 300 lîtreyên sotemeniya werdigirin û destnîşan kir, ger rewş wiha biçe dibe ku dîsa karê xwe rawestînin.

Li gorî agahiyan niha 62 bîr avê didin Hesekê.