Yekemîn roja Konferansa Ekolojiyê li Qamişloyê birêve çû

Wêne: ANHA

Roja yekem ya Yekemîn Konferansa Ekolojiyê bi tevlîbûna 120 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser, partî û rêxistinên sivîl li Qamişloyê birêve çû.

Îro înê 25 Nîsanê, Yelemîn Konferansa Ekolojiyê ji aliyê Desteya Jîngehê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin ku sibe jî berdewam dibe.

Di konferansê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û got, êrişa li ser xwezayê êrişa li ser civakê û nirxên wê ye û divê em hertim li ser geşkirina jîngehê û xwezayê bixebitin.

Eger li cîhanê binpêkirina jîngehê bi awayê niha berdewam bike, wê demê dê bikeve metirsiyên mezin, lewma me xwest bi rêya vê konferansê, metirsiyên li ser xwezayê gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer

Piştre Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Îbrahîm Esed axivî û got, Netewe-dewletan xwest xwezayê kontrol bikin, ji ber wê jî kavil kir. Konfrans wê sibê jî berdewam bibe û tê de mijarên Ekolojî di modernîteya demokratîk de/ rêvebirina xebata ekolojîk li kêleka têkoşîna dijî mêtingerî û kapîtalîzmê û Hevkariya rêxistin û tevgerên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên gengeşekirin.