Somaspor û Amedspor îro demjimêr 15:00 tên hemberî hev

Amedspor di lîga duyem a li Tirkiyeyê de bi 77 pûan lîder e îro li Manîsayê bi tîma Somaspor re dileyize. Eger Amedspor îro li hember Somaspor bi ser keve dibe şampiyon û diçe lîga yekem.

Hejmareke zêde alîgirên Amedspor ji bajarên cuda hatin yarîgeha Soma û amaje kirin ew bi hêvî ne ku îro bi ser kevin û dê bibin şampiyon.