Kirmizigûl: Fîlmê “Pirsa Prestîjê” zirar bû

Mahsun Kirmizigul
Mahsun Kirmizigul

Mahsun Kirmizigûl diyar kir, ji fîlmê ” Pirsa Prestîjê” ku bi budceya 120 milyon lîreyî hatiye kişandin û par derketiye vîzyonê zirar dîtiye.

Stranbêj û Derhênerê Navdar Mahsun Kirmizigûl di fîlma “Pirsa Prestîjê” de çîroka destpêka muzîkê vedibêje. Hat diyarkirin ku Pirsa Prestîjê ya ku di sala 2023an de derketiye vizyonê zirareke zêde ya madî gihandiye Mahsun Kirmizigûl.

Mahsun Kirmizigûl diyar kir ku wî ji fîlmê Pirsa Prestîjê zirar dîtiye û wiha got: “merc nîne her fîlmek rastî eleqeyek zêde bê. Lê dîsa jî ez kêfxweş im ku min ew fîlm kişand. Qe nebe min senaryoyek ku di destê min de bû kişand. Mirov senaryonan dinivîsîne, lê dema ku neyê kişandin mirov aciz dibe.”

Fîlmê Pirsa Prestîjê di nav 8 hefteyan de ji aliyê 100 hezar û 506 kesî ve hate temaşekirin û 7 milyon û 987 hezar û 897 lîre qezenc kir.